Derbarê Me
- | Malper
Di Derbarê Yekîneyên Parastina Gel
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), artêşa fermî ya Rojavayê Kurdistanê ye. YPG, piştî êrîşên rejîma BAAS a Sûrî di sala 2004’an, bi armanca parastina gel, bi komên piçûk xwe rêxistin kir. Piştî ku li hemû bajarên Kurdistana Rojava de xwe rêxistin kir û ezmûnên girîng bi dest xist, YPG di sala 2011’an de bi awayekî fermî damezrandina xwe îlan kir. YPG niha li Kantona Efrîn, Kobanê, Cizîr û taxa Şêx Meqsûd a Helebê de tevgerkirî ye.
YPG, ji bo parastina nirx û mîrateya gelên Rojava hatiye damezrandin û mibdeyên paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ji xwe re esas digire. Bê ku ferq û cûdatî bixe navbera ol, ziman, netew, zayend û partiyên siyasî, li hember hemû êrîşên ji derve parastina welat erka xwe ya bingehîn dibîne. YPG, girêdayî çi hêzek siyasî nîne û hêza parastina netewa demokratîk e. Hemû erk û xebatên xwe bi feraseta parastina rewa birêve dibe û berjewendiyên gelên Rojava diparêze.
YPG, artêşek ji gel e û tevlîbûna artêşê li ser esasê dilxwazî ye. Hemû kesên ji netew, ol û baweriyên cûda yên li Rojava jiyan dikin dikarin tevlî YPG bin. Di nava YPG de ji hemû gelên li Rojava jiyan dikin wek Ereb, Sûryan, Tirkmen, Aşûr, Ermen û hemû baweriyên li Rojava-Bakurê Sûrî hene di nav hevahengiyekê de dijîn. Hêzên Senadîd, Heres El Xabûr û Meclîsa Leşkerî ya Sûryan ên xwe wek hêza parastina gelê xwe tevgerkirine di nav YPG de cihê xwe dibînin.
Piştî hejmara jinên di nava YPG de zêde bûn, di 4ê Avrêla 2013’an de şervanên jin Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) damezrandin. YPJ, wek hêzek xweser tevdigere û ji bilî mijarên giştî hemû karûbarên xwe, rêxistinên xwe girêdayî rêziknameya xwe birêve dibe.
YPG, di demek kin de serdestiya xwe ya leşkerî li seranserê Rojava îsbat kir. Piraniya bajarên Rojava-Bakurê Sûrî ji destê rejîma BAAS a desthilatdar azad kir. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ û çeteyên Koalîsyona Sûrî berxwedanekî bêhempa meşand û li gor herêmên din ên Sûrî di avakirin û parastina herêmekî ewle de rolek dîrokî lîst.
Hêzên YPG/YPJ di nava 5 salan de gellek şer û berxwedaniyên dîrokî birêvebirine. Çend ji van berxwedaniyên bi navê YPG û QSD (Quwwat Sûriya al-Dîmuqratiya - Hêzên Sûriya Demokratîk) de meşandin wiha ne:
Rizgarkirina Êzidiyên ji çiya û bajarê Şingalê, parastina korîdora Şingalê ango berxwedaniya Cezaa û Rebîa (havîn û payiza 2014)
Parastina Kobanê, rizgarkirina bajar û gundewarên Kobanê (15 Îlon 2014 - 15 Pûşber 2015)
Rizgarkirina Til Hemîs û Til Berak (21-29 Sibat 2015)
Rizgarkirina Çiyayê Kezwan, gundewarên Til Temir, Mebrûka, Silûk, Girê Spî, Eyn Îsa (6 Gulan-15 Pûşber 2015)
Rizgarkirina Sirîn (Îlon 2015)
Rizgarkirina Holê (Mijdarê 2015)
Rizgarkirina Bendava Tişrîn (Kanûna 2015)
Rizgarkirina Şedadê (Sibata 2016)
Rizgarkirina Herêma rojhilatê başûr a çiyayê Kezwan (Adarê 2016)
Rizgarkirina Minbic (Pûşber-Tebaxa 2016)
YPG, ji payîza 2014 vir ve bi Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê ve di nav têkîlî de ye û di nav koordînasyonekî de karên xwe birêve dibe.
YPG, li gor qanûnên Xweseriya Demokratîk, girêdayî Wezareta Parastina Rojava erka xwe ya parastinê berdewam dike.

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
