Daxuyaniyek di Derbarê Teqîna Konvoyek Sîvîlên Fûwa û Kefreya de

  • 15 Nîsan 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

15’ê Nîsana 2017 roja şemiyê, li nêzî taxa El Raşidîn ya Helebê konvoyek sivîlan yên ku koçberên Fûwa û Kefreya tê de bûn rastî êrîşekê hatin. Di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanê vê teqîna dilsoj.

 

Bêyî ku em bizanibin sucdarê wê komkujiyê kî ye ango kî ne, hedefgirtina sivîlan bi vî awayî sucekî li dijî mirovahiyê ye û em vî tiştî bi tu rengî qebûl nakin.

 

Di vir de tê xuyakirin ku rejîma BAAS tu hewldanên wê nîn in ku bi rêya siyasî û demoqratîk pirsgirêka Sûrî çareser bike.

 

Di heman demê de hêzên dijber yên ku di bin sîwana leyistokên derve de dixebitin, heman şirîkên gihandina rewşa sivîlên Sûrî ya di vê astê de ne.

 

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG sûcê mezin yê hemû komkujî û wehşeta ku hatiye serê sivîlan li ser milê hêzên dijber de dibînin.

 

Careke din tê derkete holê ku dojeha ku sivîlên Sûrî têde ne nema tê tehamul kirin. Pêwîst e civaka navnetewî û wijdanê mirovahiya xwedî wîcdan li ser van bûyerên bi êş ji bêdengiya xwe derkevin û çareseriyekî siyasî û demoqratîk ku mafê hemû pêkhateyên Sûrî misoger dike, peyda bikin.

 

Fermandariya Giştî ya YPG | 15 Nîsan 2017