Daxuyaniya fermandariya giştî ji bo bîranîna şehîdên Qereçox
- Fermandariya Giştî ya YPG / 25 Nîsan 2019 | Daxuyanî

Ji gelê me û raya giştî re!
Pêşketinên mezin yên şoreşgerî yên li bakûrê Sûrî û Rojavayê Kurdistan destkeftiyên mezin derxistin holê û mizginiyabi dawîkirina terora DAIŞ’ê da dinyayê. Ev serkeftina dîrokî ya ku bi Newroza 2019’an destpê kir di bi serkeftina Dêrezorê re ji hemû mirovahiyê re hate diyarîkirin. Du sal beriya niha, di dîroka 25 Nîsan 2017’an de ji alî dewleta Tirk a dagirker ve li hember çiyayê Qereçox a ser bi bajarê Dêrikê ve êrîşek hat pêk anîn. Di van êrîşan de 20 şervanên YPG û YPJ şehîd ketin û dewleta dagirker xwest ku pêşketina me ya li Reqa ya li hember DAIŞ asteng bike. Dewleta dagirker her tim pêwendiyên xwe yên bi DAIŞê re parastiye û ji bo ku ev teror bibe belaya serê cîhanê her tişt kiriye.
Îro gelê Kurdistan û gelê Sûriyê bi berdêlên mezin û bi armanca avakirina jiyana hevpar û demokratîk, bi sedan keç û lawên xwe feda kirine. Di encama van berdelên da DAIŞ di herêmê de di warê fîzîkî de hatiye tunekirin û têkoşîna me derbasî qonaxeke nû bûye. Di armanca êrîşên dewleta dagirker ya li dijî çiyayê Qereçoxê de jî lewazkirina vê hêza hevbeş ya têkoşînê û astengkirina van pêşketinan hebû. Îro em weke YPG û YPJ çawa li hember her êrîşê bi şereke berxwedanê ya mezin bersiv didin, ji bo bîranîna hevalên me Ristem Zêdan, Jiyan Amed, Heqî Bagok û Nûda Gulbihar em bi dawîkirina terora DAIŞ bersiv didin. Wê têkoşîna me hîn jî xurttir bibe û bidome. Her êrîşeke faşîzan, her ji ku der tê bila werê, wê bi şereke berxwedanê ya mezin were bersivandin.
Em careke din rêhevalên xwe yên ku di 25ê Nîsana 2017an de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din diyar dikin ku emê paşerojek azad bi serkeftinan ve dagirtî diyarî gelê xwe bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG / 25 Nîsan 2019

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
