Daxuyaniya Yekîneyên Parastina Gel Derbarê Îdiayên Li Ser Şehîd Emîr Qubadî

  • 31 Tebax 2016 | Daxuyanî

Di roja Yekşemê, 28'ê Tebaxê, rojnameyek Îranî ji pêkhatina merasimek bi vî awayî agahî dabû: "Merasima bîranîna şehîdê parastina mezargehê, Emîr Qubadî, îro êvarê bi tevlîbûna malbata şehîd, komeleyek ji milletê vilayetparêzê Meşhed û hinek berpirsan wê li mizgefta El-Reza were lidarxistin. Ev merasim bi axaftina şêwirmendê sereke yê fermandariya giştî ya Pasdarên Îranê (Xosro Urûc) wê li mizgefta El-Reza birêve biçe. Hêjayê gotinê ye ku Emîr Qubadî di şerê ligel dijminên tekfîrî li herêma Kobanê de şehîd bibû."
 
Navê ku di wê nûçeyê de wek şehîdê Îranê li Sûriyê derbas dibe, Emîr Qubadî ye ku sala 1991 li bajarê Meşhedê yê Îranê ji dayîk bûye û ew ji gelê Faris e. Emîr piştî demekê ji şopandina geşedanên Sûriyê û şoreşa gelê Rojava, di Cotmeha sala 2014 dema ku êrîşek berfireh ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê li dijî Kantona Kobanê pêk tê, biryara tevlîbûna di nava berxwedanê dide, bi baweriyekî mezin ji Rûsya berê xwe dide Rojava û di 22 Cotmehê derbasê bajarê Kobanê dibe. Emîr li wir navê Rojvan Kobanê li xwe dike û weke ciwanekî Faris cesaret û lehengiya xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê nîşan dide. Piştî du mehan, di 22'ê Kanûna 2014, Emîr li Kobanê digihije asta şehadetê.
 
Ser vî esasî, nêzîkatiya ku dezgehên ragihandinî û leşkerî yên Îranê derbarê nasname û armanca Emîr Qubadî nîşan dane ne exlaqiyê û bi tu awayî nayê qebulkirin. Emîr tucarî nekete xizmeta naverokên netewî yan mezhebî ku îro bûne sedema kuştin, malwêrani û penaberiya bi milyonan ji welatiyên sivîl. Berevajî wê, Emîr weke ciwanek internasyonal mil bi milê şervanên Kurd û Ereb gel û bajarê Kobanê ji dijminê insaniyetê, ji DAIŞ'ê parast. Wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em hewldanên reşkirina Şoreşa Rojava û îdiayên bi vî şeklî bi dijwarî şermezar dikin û li şehîdên xwe xwedî derdikevin. Em bang li van kesên berpirsê wê daxuyaniyê ne dikin ku ji malbata şehîd, ji xelkê Meşhed û ji gelê Rojava lêborîn bixwazin da ku bêrûmetiyek wisa der heqqê sehîdan dubare nebe.
 

 
Navenda Ragihandina YPG
31 Tebax 2016