Daxuyaniya QSD'ê di derbarê Pêngava Bagera Cizîrê de

  • 4 Puşper 2018 | Daxuyanî

Daxuyanî li gundên başûr-rojhilatê Hesekê bi beşdarbûna hejmarek fermandarên QSD'ê ji aliyê Berdevka Fermî ya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdulah ve hate xwendin.

 

Daxuyanî wiha ye:

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de û piştî hêzên me rizgarkirina Baxoz temam kirin û herêma ku çeteyên DAIŞ'ê xwe lê bi cih dikirine, xist çemberê, hêzên me niha destpêkirina pêngava leşkerî ya rizgarkirina bajaroka Dişîşe ya Hesekê radigihîn e.

 

Veguhestina şer ber bi Dişîşa ve berdewama xebatên parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Iraqê ya başûr-rojhilatê Hesekê ye û rizgarkirina tevahî gundê Parêzgeha Hesekê ji hebûna rêxistina DAIŞ a terorîst. Hîn jî terorist di herêmek  bi qasî 3 hezar kîlometir çargoşe ya parêzgeha Hesekê de hene. Herêma ku bajaroka Dişîşa navenda wê ye.

 

Pêngava rizgarkirina Dişîşa li ser esasê pîlanek  ku berê hatiye amadekirin û bi awayekî kordînekirî bi Artêşa Iraqê û Koalîsyona Navdewletî re pêk hatiye. Hêzên me li gorî wê pîlan û şêwira hevbeş a ji bo tunekirina terorê û têkbirina wê  ber bi bajaroka Dişîşa ve biçin. Armanc parastina ewlekarî û aramiya herêmên rizgarkirî û şêniyên herêmê yên salên derbasbûyî gelek zulim û zordarî ji destê çeteyan kişandin.

 

Ev daxuyaniya me piştî çend saetan ji tevgera hêzên me ya li ser erdê li dijî DAIŞ'ê pêk hatiye. Armanca me ji vê pêngavê rizgarkirina tiştê maye ji xaka başûr-rojhilatê Hesekê ye.

 

Pêngava me ya Bagera Cizîrê ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê hatibûn rawestandin. Lê hêzên me QSD di 1'ê gulana derbasbûyî de careke din pêngav dewam kir.

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de hêzên me pêş ketin û herêmek berfireh  ji xaka ku gundê Baxoz jî di nav de rizgar kir. Ev pêngava ku hêzên me ragîhandiye bi armanca rizgarkirina tiştê maye ji gundên başûr-rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê me ya bi Îraqê re ye.