Daxuyaniya Fermandariya Giştî têkildarî roja navnetewî ya qedexekirina mayînan

  • 4 Nîsan 2017 | Daxuyanî

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja navdewletî ya qedexekirina mayînan, ev roja ku di 8’ê kanûna 2005’an de li gorî biryara 60/97’an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî roja navdewletî ya hişyarkirina derbarê mayînan de û fermî alîkariya di karê girêdayî mayîna ve û qedexekirina wan. Em wekî YPG/YPJ’ê nêzîkatiyên me ya exlaqî û mirovî, em li gorî vê biryara navdewletî tevgeriyan û hemû biyarên têkiliya wan bi vê mijarê ve heye li gel me pêkane ne. Em bi hemû qanûn û urfên navdewletî yên di ware tunekirina mayînan û alîkariya rakirina wan de girêdyaî ne. Di herêmê de em beriya her kesî bûn ku me peymanên navdewletî yên derbarê qedexekirina mayînan imze kirin. Ev di Banga Cinêv ya girêdayî qedexekirina mayînên kesan de ku di 5’ê hizêarana 2014’an de pêk hat, diyar e.

 
Rêxistinên Terorist ên di Sûriyê de û ji wan DAIŞ û Qîda mayîn  û teqemenî bi hemû cûreyên wan di tektîka xwe ya şer de bi kar anîn. Zeviyên ji mayînan di herêmeke berfeheh de çandin. Dûrî hemû nirxên mirovahî Mayîn li derdora gund û bajarokên ku welatiyên sivîl lê jiyan dikin jî çandin. Qanûnên navdeweltî yên girêdayî şer binpêkirin. Ji ber vê yekê ziyaneke mezin gihişt aramî û tenduristiya milyonan sivîlên di herêmê şer de jiyan dikin. Di heman demê de bû sedema gelek bûyerên koçberiya ji tirsa bandora mayînan, ji ber ku rewşeke insanî ya zehmet bi xwe re tîne.
 
YPG/YPJ’ê û ji destpêka damezirandina wê ku di sala 2012’an de pêk hat, bi sedan şervanên xwe di xebatên rakirin û bê bandorkirina mayînan de feda kirin. Mayînên ku çeteyan li herêmên sivîl danîbûn radikirin û ewlekariya welatiyan rizgar kirin. Ev yek ji tevlî tunebûna piştgiriya alvan û madî di aliyê rakirina mayînan de heta sala 2016’an dewam kir.  heta yekem rêxistina navdewletî ya girêdyaî mayîna ku di wê sala de derbasî herêmê bû pêk hat.
 
Hêzên YPG/YPJ’ê ji 1’ê çileya 2013’an û heta 8’ê Adara 2017’an de li kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrîn,her wiha Minbic û Girê SPî karîbû 89 hezar û 360 mayînên erdê yên bi hemû cûreyan rakin. Ji wan hezar û 270 mayîn û parçeyên şer teelf kirin, her wiha 3 hezar û 800 xefkên tureyî (Tureya mayînan) û zemînek berfireh hate kontorlkirin. Zeviyên mayînan li ser xerîteyan hatin destnîşankirin û cihê wan li ser erdê hatin nîşankirin.
 
Hêzên me bi hemû imkanên xwe alîkariya rêxistinên navdewletî û herêmê yên di karê rakirina mayînan de dixebitin kir. Ji wan rêxistina RMCO ya herêmî ku karîbû 5 hezar û 584 mayînan rabike.
 
Hêzên me û bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk misogeriya tenduristiyê û dermankirina fîzayî , her wiha piştgiriya pskolojîk û pêkanîna vegera civakî û aborî ji 300 kesên ji herdû zayendan ku bibûn qurbaniyên mayînan pêk anîn.
 
Mayîn xeterî û metirsyaneke mezin li ser jiyan û ewlekariya sivîlên di herêmê şer de jiyan dikin çêdike, lê mixabin tevî hemû hewldan û xebatên pêk hatine, hîn jî bi dehan zeviyên mayînan ku DAIŞ, Qaîda û ên wekî wan çandine hene.  Pêwîstiya wan herêman bi paqijkirinê heye. Ew mayîn dibin sedema pêkanîna bê aramiyê. Dibe sedema dirêjbûna dema koçberiya welatiyan a ji warê xwe.
 
Em wekî YPG/YPJ’ê bi vê boneyê careke din diyar dikin ku em ê heta dawî xebatên rizgarkirina sivîlan ji xeteriya mayînan pêk bînin. Em careke din bang li rêxistin û desteyên navdewletî û herêmê yên têkildarî û di serî de Neteweyên Yekbûyî, Komeleya Giştî ya Nteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku alîkariya hêzên me bikin da ku em karibin jiyana welatiyên sivîl ji vê felaketa kujer rizgar bikin. Da em karibin xwezayeke ku ji mayînan û bermahiyên şer paqij biafirînin.
 
Fermandariya Giştî ya YPG
4 Nîsan 2017