Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ Derbarê Duyemîn Salvegera Şehedeta Têkoşer Arîn Mîrkan

  • 4 Cotmeh 2016 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re:
 
Du sal li ser çalakî û şehedeta Arîn Mîrkan, ya ku di berxwdana dîrokî û navnetewî  de (berxwedana Kobanê) şehîd ketibû derbas dibe. Di encama vê çalakiyê de, hemû êrîşên dagirkerên derve û çeteyên Daişê hat şikandin. Hevala Arîn û bi dehan hevalên jin yên mîna Ozgûr Efrîn, Gulan Batman, Destîna Başûr û Jiyan Rojhilat,  ku  asta berxwedanî û qehermantiyeke mezin de têkoşîn kirin heta deqa dawî û tevlî nava refên kerwanên nemiran bûn.  Bi bonya duyemîn salvegera  şehadeta Arîn Mîrkan û di keseyata van qehremanan de, hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî bibîrtînin.
 
Şoreşa Rojava kete sala xwe ya 6’e mîn de, di nav van salên ku me li peyî xwe hiştin, gelek qehremantî û berxwedanî derketin holê. Di encama van berxwedaniyan de, wekî  hêzên Parastina Jin, me pêşengtiya vê berxwadaniyê kir. Ji hemû hemleyên ku ji bo rizgarkirina axa Rojava hatibûn destpêkirin û bi teybat  berxwedana Kobanê  bigere hetanî  rizgarkirina  Minbicê, di nav şerekî dijwar de bûn, ne tenê li hemberî Çeteyên Daişê, di heman demê me li dijî faşîzma baes û tirkiyê jî têkoşiyan.  YPJ’ê bi şervan û femandarên xwe ve, di çeperên herî pêş de cihê xwe girtin û roleke sereke leyîstin. Di van hemlan dîrokî di, bi hezaran jin û zarok ji destê daişê hatin rizgarkirin. Em weke YPJ’ê xwedî li nirxên  navnetewî derketin û vê alîkariya weke erkekî xwe yê sereke dibînin.  Lewma şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke şoreşa jinê  tê bi navkirin.
 
 Bê gûman ev  serkeftin û pêşketin,  hin  guhertinên mezin bi xwe re anî. Em weke jin ,bû xwedî nasnemeyeke serbixwe, sîstema parastinê avabû  û herî dawî îlankirina sîstem û rêxistina jinên ereb li herêmên şehba û babê. Ev destkeftiyên han, kir malê jinê û cîhanê tevahî. Îro jina kurd ya di bin felesfe û îdyolojiya Rêber APO de, erkê xwe bi awayekî çalak pêk anî ,Lê ruxmî vê yekê jî hîn şer û xeterî li ser gelê kurd, şoreşa azdiyê û bi teybat tevgera jina azad di Rojavayê Kurdistanê de berdawam dike. Ev demeke heweldanên mezin hene, ku şoreşa jinê, li Rojava bi fetisînin, lewma pir propogandên reşkirin dijî YPJ’ê bi armanca tunkirinê, ji hêla hêzên dijî demoqrasî û azadiya jin, hatine destpêkirin. Lê belê  YPJ’Ê bi xwîna hezaran şehîd, hemû êrîş vala derxistin. Tu hêz nikare rastiya berxwedana YPJ’ê red û tune bike. Dîsa hemû jinên cîhanê pêwîste li dijî van porpoxandên reşkirinê helwest nîşan bidin , xwedî li şoreşa jinê derkevin û tevlî nav refên Yekîneyên Parastina Jin bibin.
 
Rastiya vê şorşeşê bi rastiya şehîdên mîna têkoşer Arîn Mîrkan ve girîdayîye, ya ku bi berxwedan  û çalakiya  xwe, rê li pêşiya şoreşa navnetewî û tevlîbûna hezaran jin di nava refên YPJ’ ê de vekir. Bi çalakiya xwe re, dîrokeke nû ya jina azad afirand. Di demeke herî zor û zehmet de ji şerê kobanê , li miştnûr bû çavkaniya hêz û moral û berxwedaniyê ji bo hemû hêzên me.
 
Em weke fermandariya YPJ’Ê, duyemîn salvegera şehîd Arîn di serî  de,li malbat, şervanên YPJ’ê û hemû jinên cîhanê pîroz dikin, soza şopandina xeta jina fedaî didin .Em amade ne ku hemû jinên herêmê, di milê fikirî, zansitiya cinsî, parastin leşkerî  û hemû qadên din de, perwede bikin û xortir bikin. Careke din em di vê roja pîroz de hemû şehîdên xwe û bi teybat jî şehîdên pêngava şehîd Fêsel  Ebo Leyla de,  yên ku bi rihê Arînan û Rêvanan şerkirin û şehîd ketin bibîrtînin. Dubare dibêjin li hemberî hemû  êrîşên derve û hindir,  Weke YPJ’Ê û YPG’ê êrîş ji kîjan milê tê bila bê, em xwedî  wê hêzê ne ku dikarê bersivê pêwîst  bide.
 
Fermandariya Giştî ya YPJ
4 Cotmeh 2016