Daxuyaniya Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel

  • 26 Tebax 2016 | Daxuyanî

Tu kes nikare bi behaneya ku Yekîneyên Parastina Gel li rojavayê çemê Firatê heye li dijî me êrîşan lidar bixe. Hêzên êrîşkar baş dizanin ku yekîneyên me piştî ku di derxistina çeteyên DAIŞ'ê ji bajar û gundewarên Minbicê alikarî dan Meclisa Leşkerî ya Minbicê, xwe paşve kişandin.
 
Ji bo vê yekê jî çi êrîşên ku li ser Minbicê pêk were, êrîş li ser gelê Minbic û Meclisa wê ya leşkerî ye ku ji xelkê Minbicê pêk tê, û ew ji her kesê ewiltir in ji bo ku xwe birêve bibin û parastina herêmên xwe bikin. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel di vê derbarê de zelale.
 
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Rêdûr Xelîl
26 Tebax 2016