Daxuyani di derbarê salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî

  • Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2021 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Îro salvegera serkeftina berxwedana Kobanî ye. Li roja 26ê Çileyê 2015 an, gelê me yê berxwedêr û şervanên me yên leheng vê serkeftinê diyariya mirovahiyê kirin. Weke tê zanîn terora DAIŞê li sala 2014 an gihiştibû lutkeyê û di nav dewlet û gelên herêmê de tirsekî mezin avakiribû. DAIŞ bi gelek pêkanînên dermirovahî li gelek deveran qetlîaman çêdikir û ji ber tirsa ku li herêmê avakiribû,  gelek bajar û bajarokan xistibû destên xwe. Hatibû astek wisa ku beriya ku DAIŞ biçe bajarek, artêş ji ber vê direviyan û bi awayek xwezayî vir teslîmê DAIŞê dikirin. Di serdemek wisa ku terora DAIŞê di lutkeyê de bû, li Îlona 2014 an êrişê Kobanî kirin. Lê ev yek bû despêka dawiya wan.

 

Berxwedana Kobanî ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê bû hêviyek mezin û bi taybet ji çar parçeyên Kurdistanê, ji gelek aliyên herêmê, ciwan berê xwe dan Kobanî û di vê berxwedana dîrokî de cihê xwe girtin. Bi pêşengtiya hêzên me ve berxwedaniyek bêhempa hat meşandin. Piştî serkeftina berxwedana Kobanî, bi gelek pêngavên dîrokî, bajar û bajarokên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin. Herî dawî li sala 2019 an li Baxozê DAIŞ di aliyê erdnigarî de hat xilaskirin.

 

Bi pêşengtiya hêzên me û bi fedekarî û lehengtiya bêhempa ya gelê Kurdistan û gelên herêmê û dîsa bi tevlîbûna şoreşgerên enternasyonal ve ev serkeftin ji cîhanê re hat diyarî kirin. Lê îro ev gelê ku li hember DAIŞê têkoşîn daye û herêmê ji terora DAIŞê rizgar kiriye, ji aliyê bermahiyên DAIŞê ve rastî her cure dagirkerî, qetlîam û asîmîlasyonan tê. Zihniyeta DAIŞê û zihniyeta ku îro Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagirkirine wekhev in. Jixwe tê zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, navên xwe cuda cuda kiribin jî, bi piranî bermahiyên DAIŞê ne û îro bi pêşengtiya dewleta Tirk a dagirker ve heyfa xwe ji gelê herêmê distînin. Lê mixabin hemû cihan li hemberî wan pêkanînan bêdeng e û gelê herêmê ku binxistina DAIŞê ji cîhanê re diyarî kiribû, bi qetlîam û asîmîlasyonan ve rû bi rû hatiye hiştin. Çawa ku dîrok serkeftina berxwedana Kobanî ji bîr neke, wê vê bêdengiyê jî ji bîr neke.

 

Em weke hêzên YPG û YPJ, weke şervanên mirovahiyê, bi boneya vê roja pîroz û dîrokî hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin û car din diyar dikin ku, em ê bi rihê berxwedana Kobanî li hember her cûre dagirkeriyê bi biryardariyek mezin têkoşîn bidin meşandin û gelê xwe, welatê xwe û nirxên mirovahiyê biparêzin.

 

Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2021