Daxuyanîya Fermandariya YPG ji bo salvegera 19ê Tîrmehê
- 19 Tîrmeh 2020 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re
Li ser şoreşa 19ê Tîrmehê 8 sal derbas bûn. Di salvegera 8’emîn ya şoreşê de rexmê hemû êrîşên dagirkeriyê şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê hêviyek mezin avakir. Jiyanî kirina paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî gav bi gav bi xwîna şehîdên leheng tê hûnandin.
Wekî hemû ezmûnên şoreşên cîhanî bê guman şoreşa Rojava di bin şert û mercên pir giran de hebûna xwe avakir. Şoreşa Rojava ji avabûna xwe heya niha destpêkê bi êrîşên terora DAIŞê û hevkarê wî dewleta dagirker a Tirk bi hewildanên wan yên têkbirinê re rûbirû ma. Lê gelê me yê azadîxwaz li ser esasê parastina cewherî ji destpêka şoreşê heya niha ji bo rûmeta mirovahiyê berxwedaniyek dîrokî raber kir.
Şoreşa 19 Tîrmehê ji hemû cîhanê re nîşan da ku tenê rêya derketina ji krîzê ku ji ber pergala kapîtalîzmê di tevahiya cîhanê de tê jiyankirin, li ser esasê neteweya demokratik gengaz e. Ev çend bû nimûyek yekane ji bo tevahî gelên cîhanê. Ji ber vê yeke şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye mînaka avakirina pêşerojên azad. Nişaneya vê ya herî berbiçav ji ew bû kû ji hemû aliyên cîhanê tevlîbûna nava refên şoreşê bû.
Rexmê hemû hewildanên fetisandina şoreşê em wekî hêzên YPG cardin sekna xwe ya bi biryar raber dikin û sozdariya xwe ya heya dilopa xwîna xwe ya dawî emê parastina şoreş, gel û civaka xwe bikin. Bi vê bûneyê ji di salvegera şoreşa 19’ ê Tîrmehê de heman demê damezradina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e. Em bi vê munasebetê car din soza xwe dubare dikin û li hemberî hemû êrîşên paşverû emê bibin teminata şoreşê û gelên xwe biparêzin.
Li ser vê esasê em salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê di serî de li Rêberê Gelê Kurdistan, şehîdên şoreşê û li hemû gelê xwe re pîroz dikin.
Fermandariya Giştî ya YPG |19 Tîrmeh 2020

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
