Daxuyanî ji bo îddîayên PDK

  • Berdevkê YPG | 28 Nîsan 2022 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re

Li roja 26ê Nîsanê, ji aliyê Asayişa PDK ve îddîayek hat kirin. Li gorî vê îddîayê; hinek amûrên leşkerî ku ji aliyê YPG ve hatine şandin, li Duhokê hatine girtin. Ti têkiliya me bi wan amûrên leşkerî ku li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK ve hatin girtin ve nîn e. Di îddiayê de tê gotin ku ev amûr ji aliyê yek ji berpirsiyarên YPG Rodî Hisên ve hatine şandin. Di YPG de kesek bi vê navê ve nîn e. Ev bûyer û tiştên ku ji aliyê PDK ve tên gotin ne rast in. Bi nûçeyên bi vê awayî ve PDK hewl dide ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker ve binixumîne. Herwiha hewl dide ku êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk rewa bide nîşandan. Di demek ku êrişên dagirkeriyê li hember başûrê Kurdistan û bakur rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne de, belavkirina îddîayên bi vê awayî gumanan ava dike. Dixwaze bi nûçeyên bi vê awayî ve bi zanebûn şoreşa Rojava û gelê Rojava hedef bide nîşandan û zirarê bide tekiliyên wê yê dîplomatîk.  PDK herwiha bi nûçeyên bi vê awayî ve hewl dide ku bertekên ku di raya giştî ya Kurdan de li hember xwe çêbûye  beralî bike. Pêwîst e gelê me û raya giştî bi nûçeyên bi vê awayî bawer nekin.

Berdevkê YPG | 28 Nîsan 2022