Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da
- Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re
Dewleta Tirk a dagirker û komên çete, li Efrînê, her roj êriş û qirkirinek din li ser pêkanînên xwe yên derveyî mirovahiyê zêdetir dikin. Dagirker hem demografyaya herêmê diguherînin, hem xwezaya herêmê qetl dikin, hem jî her roj qirkirinek nû pêk tînin. Komên çete ku di nav vê dagirkeriyê de cihê xwe digirin, her roj bi hev re di nav pêvçûnan de ne, li gel vê jî li ser gelê herêmê her cure zext û zordariyê ferz dikin. Kesên ku li hember dagirkeriyê stû netewînin tên kuştin. Dewleta dagirker û komên çete dixwazin ev qirkirin û êrişên ku bi xwe çê dikin, wekî ku hêzên me wan tiştana pêk anîne bidin nîşandan. Li roja 5ê Îlonê, li Efrînê teqînek rû da. Ev teqîn ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirkiye ve, wekî ku ji aliyê hêzên me ve hatiye kirin, hat nîşandan. Ev îdîayê dewleta Tirk a dagirker ne rast e. Armanca nûçe û daxuyaniyên bi vê awayî, şerê psîkolojîk e. Pêwîst e gelê me û raya giştî ya cîhanê bi daxuyaniyên dewleta dagirker bawer nekin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
