Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

  • Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021 | Daxuyanî

Me bi baldarî rapora li ser Zarok û Aloziyên Çekdarî hûrand, ku proseya di navbera Çile-Kanûn 2020an de vedikole û di dîroka 6ê Gulana 2021an de de ji alî ofîsa Nûnera Taybet a NY ji bo Zarok û Aloziyên Çekdarî birêz Virginia Gamba ve hat weşandin.

 

Yekîneyên Parastina Gel careke din piştrast dike ku ew pabend e bi rêkeftinê ku di navbera Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye duristkirin, û em careke din destnîşan dikin ku em plana bizavî a di navbera herdû aliyan de li xwe digirin (29ê Pûşbera 2019).

 

Herwiha, Yekîneyên Parastina Gel bi tundî angaşt û hejmarên têkildar ên ku di rapora navborî de tên dîtin derbarê hejmara binpêkirinan (170) + (8) ên ku di derbarê pirsgirêka leşkerkirina zarokan de ji yekîneyên me re tên hesibandin, red dike. Hêzên me xwedan rêziknameyek hişk û mekanîzmayek çavdêriyê ya xurt e ku armanc dike ku nehêle kesek di bin 18 saliyê de tevlî nav refên me bibe.

 

Di heman demê de Yekîneyên Parastina Gel dê li ser angaştên binpêkirinan (5) di derbarê karanîna dibistana ji bo mebestên leşkerî, ên ku hêzên me pê hatine sûcdarkirin, vekolînên cidî bide destpêkirin.

 

Em îdiayên revandina kesan (8) ku hêzên me pê hatine sûcdarkirin bi rengek tund red dikin.

 

Yekîneyên Parastina Gel li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî pabendbûna xwe bi pîvanên navneteweyî û mirovî dubare dike. Em di heman demê de ofîsên çavdêrî û ragihandinê yên Neteweyên Yekbûyî û kesên berpirsiyarê lêpirsîn û çavdêriyan li herêmên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ji ber ku ew mekanîzmayek alîgir e di nirxandin û radestkirina zanyariyan ku di raporên fermî yên Neteweyên Yekbûyî de derbas dibin, ji ber ku ew zanyarî dikevin bin bandora partiyên pêşbaz û/an dijminê Rêveberiya Xweser.

 

Yekîneyên Parastina Gel piştevaniya rêkeftina di navbera NY û Hêzên Sûriya Demokratîk de dike, û li herêmên Rêveberiya Xweser peywirên xwe di vê babetê de pêk tîne û gihîştina tîmên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hevkar ji bo navendên çavdêrî û girtîgehên sîvîl û leşkerî dabîn dike, di vê derbarê de zanyariyên hewce bi zelalî parve dike.

 

Lêbelê, mixabin, rapor yekeyên me tawanbar dike û wan wekî hêzek nîşan dide ku mafên zarokan bi rengek neheq binpê dike, tevî ku karbidestên Neteweyên Yekbûyî li Sûriya berpirsiyariyên xwe li gorî standardên navneteweyî li hember zarokên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û komên cûrbecûr ên li bakûrê rojhilatê Sûriyê pêk naynin, ku ev zarok %40ê tevahiya nifûsa di bin 18 saliyê de li Sûriyê pêk tîne.

 

Derfetên Neteweyên Yekbûyî ji bo berjewendiya rêjîma Sûrî û Turkî têne bikaranîn, ji ber ku ew ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve têne pejirandin, lê zarokên li herêmên Rêveberiya Xweser, ku ji hêla cografî de %32ê Sûriyê pêk tîne, bi hincetên ne maqûl ji mafên xwe bêpar têne hiştin.

 

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021

Fermandar Fazil Bû Yek Ji Parêzvan Û Damezrînerên YPG’ê

Fermandariya Giştî ya YPG | 30 Adar 2023

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022