Daxuyanî debarî nîşandana kîna Serokê Şandeya Opozîsyona Çekdar a Asatanayê li hember gelê Kurd

  • 26 Çile 2017 | Malper

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Serokê Opozîsyona Çekdar ê ku beşdarî civîna Astanayê bû Mihemed Elûş kîna xwe ya li hember gelê kurd û Yekîneyên Parastina Gel, her wiha destkeftiyên ku li Bakurê Sûriyê hatine qezenckirin, veneşart û nîşan da. Bi vexwendineke ji istixbarata Tirkiyê, hewl dide ku hêzên me wekî rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst bixe lîsteya terorê de.

 

Ev jî rastiyek e, tevahî gelê Sûriyê, Rojava û Bakurê Sûriyê vê rastiyê baş dizanin. Beriya ku DAIŞ derkeve, Elûş û kesên ku li derdora wî kom bûne, di sala 2012‘an de bi alîkariya Cephet El-Nusra êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin û ala herêma Kurdistanê li pêşberî her kesî binpê kirin, paşê êrîşî bajarê Tirbespiyê, Çel Axa û Rimêlan kirin û hewl dan ku herêma Efrînê jî bixeniqînin. Çend salan li pey hev Efrîn xistin dorpêçê de û li aliyekî din jî taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û êrîşî gelê me yê li wir kirin. Tevî ku herêmên navborî ji rejîma Sûriyê hatibûn rizgarkirin.

 

Mixabin, ENKS rastiya neyta xwe ya derbarê daxwazên Elûş de, bi rêya daxuyaniyên çapemenî de veneşartin û ev yek red nekirine.

 

Hedefa me ew e ku em destkeftiyên gelê xwe yê Rojava û Bakûrê Sûriyê biparêzin. Ji bo vê yekê jî me bedêlên giranbuha dan. Li ser vî easî em ji kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û serbixwe daxwaz dikin ku bi erka xwe ya dîrokê rabin û helwesta xwe ya derbarê daxuyaniya Mihemed Elûş û çeteyên ku li gel wî di Astaniyê de beşdar bûn, zelal bikin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

26 Çile 2017

 

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020