Daxûyanî ji bo teqîna li Stembolê

  • 14 Mijdar 2022 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re

Li roja Yekşemê, bajarê Stembol bû şahidê bûyera teqîneke terorîstî li cadeya Îstîklalê û di encam de welatiyên sivîl bûn qurbanî. Di heman demê de û bi awayekî lez partiyên AKP`ê û MHP`ê hêzên me sûcdar kirin û senaryoyeke nerealîst hûnandin da ku îdîayên xwe yên derewîn îspat bikin.

Em temamî red dikin wan îdîayan derewîn û ti pêwendî û têkiliyên me bi berpirsê êrişa terorîstî  ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye.

Hemû cîhan dizane ku rêbaza hêzên me  têkoşîn û parastina mafên gel û şerê li dijî terorê ye û her operasyonên ku sivîlan dikin hedef şermezar dike.

Hêzên me di çarçoveya demokrasî, mafên jinan û mirovan, têkoşîna li dijî teror û dîktatoriyê dixebitin.

Daxuyanî îdîa dike ku berpirsê êrîşê Ehlam El-Beşîr ji herêma Efrînê ye ku ji sala 2018`an ve hatiye dagirkirin û ji wê demê ve bi temamî ketiye bin bandora îstixbarata Partiya AKP`ê, partiya MHP`ê û Heyet Tehrîr El-Şam (El-Qaîde) ber bi xaka Tirkiyê ve ji bo pêkanîna êrîşê; Piştrast dike ku ev lîstik ji aliyê hikûmeta AKP û Erdogan ve hatiye amadekirin û qeyrana ku hikûmeta Erdogan jiyan dike, bi taybetî ji ber nêzîkbûna hilbijartinên sala bê

Erdogan beriya ku biçe Endonezyayê ji bo beşdarî lûtkeya G20 bibe, hewl dide ku hincetekê bibîne da ku cîhanê razî bike û erêkirina navdewletî ji bo destpêkirina êrîşa li ser Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê werbigire, ev pêvajo dê di dema pêş de ji bo wî bibe karta jiyanê di hilbijartinan de.

Di demekê de ku jin di nava hêzên me de destkeftiyên lehengiyê di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de pêk tînin û di bin bandora wê de bi dirûşma " Jin, Jiyan, Azadî" di şoreşa jinan a Îran, Afganîstan û cîhanê de jî bi awayekî zelal xuya dibe. Ev yek ji bo hikûmeta Erdogan û AKP`ê bû xemeke eşkere û li ser azadiya gelan û aramiya Rojhilata Navîn, bi îftîra, derew û lîstikan ketin pey rizgarkirina berjewendiyên xwe yên şexsî.

Lê em gelê xwe û cîhanê piştrast dikin ku em pabendê nirxên gel û şoreşa xwe ne û em ê her dem li dijî dîktatorî û terorê têbikoşin.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel

     Nûrî Mehmûd      

14 Mijdar 2022

 

 

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022