DAIŞ’ê li Dêrazorê komkujiyeke din pêk anî: zêdeyî 100 qurbanî

  • 5 Mijdar 2017 | Nûçe

DÊRAZORÊ – DAIŞ′ê li Dêrazorê komkujiyeke din pêk anî, zêdeyî 100  sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl birîndar bûn.
 
Pêşveçûna hêzên QSD′ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de didome û sivîlên ku ji ber hovîtiya DAIŞ′ê direvin rastî komkujiyan tên. Îro di saetên berê êvarê de Çeteyên DAIŞ′ê li herêma ku dikeve navbera şirketa Konîka ya gaze û bîrên Cefra yên petrolê de dema ku sivîl ber bi herêmên ji aliyê QSD′ê ve hatine rizgarkirin ve diçûn, komkujiyeke mezin pêk anî.
 
Hat ragihandin ku di encamê de zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl jî birîndar bûne.