Dîmenên destpêkê ji hundirê bajaroka Siwerê

  • 1 Cotmeh 2017 | Dîmen

Dîmenên destpêkê ji bajarokê Siwer a rizgarkirî, şerê giran ku têde pêk hat, her wiha alavên bombeyî ku çeteyan bikar dianî di dîmenan de xuya dike.
 
QSD`ê di 28`ê îlonê de bajarokê Siwer a bakûrê rojhilatê  Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Tîmên endezyariyê îro sibehê kolan ji mayînên ku çeteyan çandibûn paqij kir.
 
Di wêne û dîmenan de, şervanên QSD`ê li tax û kolanên bajarok diyar dibin, herwiha xerabûna ku di dibistan û navendan de ku çeteyan wek navendên sereke di hundirê bajarok de bikar tanîn diyar dibe.  Her wiha alavên çeteyan ku şervanên Bagera Cizîrê rûxandin, li nava bajar hîli cihê xwe ne.
 
Şiyar Hesekê yek ji şervanên QSD`ê li pêşiya alava leşkerî ya çeteyan sekinî bû, li ser awayê rizgarkirina bajarok wiha got “şerê rizgarkirina Siwer di 4 rojan de pêk hat, çeteyan derbeyên giran xwarin.”
 
Di gera nûçegîhana me li navçeyê şervanan gotin ku çeteyekî DAIŞ`ê li nêzî wan xwe teqand da ku pêşketina wan asteng bike.
 
Şervanan gotin ku komeke ji 4 çeteyan li nêzî wê noqteyê bicih bibûn, lê dema ku şervan pêş dikevin, 3 ji wan direvin û yek xwe diteqîne.
 
Hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê bajarê Dêrazorê bi hemû hêza xwe dewam dike, şervan bi lez li herêmê pêş dikevin.”
 

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Fîras Serdar bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Omer Şêxo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Tîrmeh 2020

Em hevrêyên xwe Şevreş Qamişlo û Hozan Peyaniş bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 2 Tîrmeh 2020

JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel | 27.06.2020