Ciwanên Şoreşger berê xwe didin Berxwedana Efrînê

  • 21 Çile 2018 | Dîmen

Ji bo xwedîderketina Efrînê ji heft heya heftê salî li ser piyan e. Gelê Kobanê ku di sedsala 21.emîn de li kêleka şervanên YPG û YPJ cih girt û bi berxwedaniya xwe mohra xwe li dîrokê xist; îro jî ciwanên Kobanê ji bo parastina nirxên şoreşê berê didin nav refên YPG û YPJ'ê û ji bo şikandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê berê xwe didin keleha berxwedanê.