Biruskeyek Sersaxiyê

  • 6 Îlon 2017 | Daxuyanî

Ji Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ji bo birêz Ebdilkerîm Saruxan Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê

 

Rêya şehîdan rêya me ya ber bi azadiyê ve ye

 

Îro dîsa egîdek ji lehengên me yê mêrxas gihaşt ezmanê azadiyê da ku navê wî di nav yên şehîdên nemir de di wijdanê gelê me de her tim bimîne.

 

Şoreşa buhara gelan û şoreşa gelê me ya ku nûnertiya hemû nirx û sincan dike êdî nema ti pesindayîn têra wê dike, û îro dîsa Egîd Saruxan kurê birêz Ebdilkerîm Saruxan Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrêtevlî karwanê şehîdan dibe û ev yek nîşana hevgirtina di navbera gel û rêveberîyê de ye, her wisa baweriya bi nirx û pirensîban e  û pêşengtiya şoreşê ye da ku em bibin pir bo rizgarkirina gelê me. Malbata şehîd Egîd mînaka malbata welatparêz e û bi hemû erk û berpirsyariyên xwe bêyî veger radibe, û îro endamek payebilind ê vê malbatê tevlî karwanê azadiyê bû, wî jî da dûv şopa birayê xwe Şehîd Delîl Saruxan.

 

Pêvajoya ku me ji bo parastina gelê xwe dest pê kiribû, da ku wî ji zilm û zordariyê xilas bikin, roj bi roj ber bi pêkanîna armanca xwe ya bo azadî û jiyanek birûmet di welatek azad û bi hêz de ve diçe; rola ku şehîdên me yên mêrxas dixwestin.

 

Em di Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê de soz didin malbatên şehîdan û gelê me yê dilsoz û şehîdên me yên mêrxas ku ew pêvajoya ku dest pê kiribûn dê berdewam be da ku armancên wan ên bo azadiyê û dadmendiyê û jiyana birûmet pêk bê.

 

Serkeftin bo doza me

 

Serfirazî bo şehîdên me yên mêrxas

 

Fermandariya Giştî ya YPG | 6 Îlon 2017