Biratiya gelan û wekhevî li Rojava armanca me ye

  • 22 Mijdar 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Raya Giştî re:
 
Yêkîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de cihê xwe digirin serkeftinên mezin roj bi roj ji gelê xwe yên berxwedêr re bi destdixin, û ev serkeftin heta roja me ya îro berdewam dikin. Di 5’ê Mijdara 2016 de Hêzên Sûriya Demokratîk operasyona rizgarkirina Reqayê bi navê “Xezeba Firatê” dan destpêkirin. Di qonaxa yekemîn ji hemlê gelek gund, mezra û ciyên stratejîk hatin rizgarkirin. Piştî van pêşketinên serkeftî DAIŞ bi hemû rêbazên xwe yên qirêj êrîşî çeperên yekîneyên me dike, di 18 Mijdarê de ji bo binketinên xwe yên li herêma Reqa yê winda bikê êrîşên giran birin li ser herêma Şedadê û şer û pevçunên dijwar nêzîkê herêma Mekmen rû dan. Di encama van şerên dîjwar de du rêhevalên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
 
Em wek yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê riya şehîdan bin û doza pîroz dewambikin.
 
Nasnameye şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Firat Serêkaniyê 
Navê Rast: Mihemed Cirebe
Navê Dayikê: Foziye
Navê Bav: Abdullah
Cihê Ji Dayikbuyînê: Serêkaniyê 
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Mekmen 18-11-2016
Navê Rast: Ehmed Hedar
Navê Dayikê: Xirra
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şêxşiblî, Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Mekmen 18-11-2016
 
Navenda Ragihandina YPG | 22 Mijdar 2016