Bi ruhê fermandar Karker têkoşîna xwe bilindtir bikin
- 17 Adar 2019 | Daxuyanî
Ji gelê me û raya giştî re!
Dewleta Tirk a dagirker ku hewldanên xwe yên dagirkirinê li hember destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin bê rawestan didomîne, bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê polîtîkayên xwe yên faşîst û qirker gihand lûtkeyê.
Gel û şervanên me, li hember van êrîşên dagirker şerekî berxwedanê yê mezin ku bi fedakariyan dagirtî raber kirin. Yekîneyên me YPG-YPJ û hêzên QSD li hember van êrîşan ji meha yekemîn ya 2018 şûn de li hember artêşa dagirker û komên çete yên ser bi El Qaîde ve berxedanek mezin raber kirin.
Ev berxwedana bê hempa ya hêzên me di pêşengiya hêzên YPG-YPJ de û bi tevlîbûna gelê me du mehan bê rawestan berdewam kir. Yên ku vê berxwedana bi heybet û dîrokî pêk anîn û bi ristên xwe yên giran kirin perçeyek dîrokê pakrewanên me yên nemir bûn. Tevî gelek şehîdên me yên leheng, yek ji kesên ku bi têkoşîn, ked û sekna xwe pêşengiya têkoşînê kir fermandarê mezin Karker Êrîş bû.
Fermandarê mezin Karker Êrîş, heman wek Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş û gelek şehîdên me yên din yên ku bûn sembolê berxwedanê, li hember êrîşên dagirkeriyê li berxwe da û bû yek ji rêwiyên karwana şehîdan. Li gel ku em îro di salvegera yekemîn ya şehadeta wî de fermandarê mezin Karker Êrîş bibîr tînin, em pêwîstî dibînin ku diyar bikin têkoşîna me ya ku em di serî de li hemer artêşa dagirker, li hember hemû kesên paşverû û faşîst bê navber dimeşînin gelek nêzik bûye ku dawî li DAIŞ’a ku bi salan bûye belaya serê vê erdnigariyê û dijminê mirovahiyê bîne. Divê neyê jibîr kirin ku emê li hember her awayî êrîşên ku gelê me û welatê me dike hedef, bi ruhê fermandar Karker têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bi vê boneyê em di serî de şehîd Karker, hemû şehîdên xwe yên ku di vê têkoşînê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin, soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan yên Kurdistana Azad dubare dikin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 17 Adar 2019

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
