Bi rihê fermandar Karker Êriş, em ê dagirkeriyê têk bibin

  • Fermandariya Giştî ya YPG | 17 Adar 2021 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re

Şoreşa Rojava, bi têkbirina wahşeta DAIŞê nirxên mirovahiyê parast û nirxên demokratîk diyarî mirovahiyê kir. Dewleta Tirk a dagirker her tim li dijî wan nirxên demokratîk derketiye û li hember şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye û ji hemû gelên cihanê re bûye mînak, êrişên topyekun pêş xistiye. Yek ji wan êrişan jî di sala 2018an de li pêş çavên hemû cihanê li Efrînê pêş ket.

Efrîna ku di dîrokê de jî her tim di aliyê çandî de herêmek dewlemend bû, îro bi guhertina demografîk û qirkirina çandî ve rû bi rû maye. Gelê me û şervanên wê yên leheng di pêşengtiya fermandar Karker Êriş de li hember vê dagirkeriyê bi mehan berxwedanek bêhempa nîşan dan. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember vê rihê fedaî ancax bi bikaranîna teknîkê ve karîbûn pêş bikevin.

Li Efrînê, li hember dewleta Tirk a dagirker, gelê me di pêşengtiya yekineyên YPG, YPJ û QSD de, ji 7 salî heya 70 salî berxwedanek bêhempa meşandin û destanek dîrokî nivîsandin. Di vê berxwedanê de, di pêşengtiya Karker’an de bi şîara AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN têkoşînek bêhempa hat meşandin û her kêliyê vê berxwedanê bû destanek. Ev rih di pêşengtiya fermandar Karker de, bi Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş an ve bi sedan şehîdên leheng ve bû rihê berxwedanek dîrokî.

Paşeroja azad a gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn, îro ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi xetereyên mezin ve rû bi rû maye. Li hember vê xetereyê, bi rihê fermandar Karker Êriş ve û bi şîara ‘Serokatiya Azad, Kurdistana Azad’ ve bilindkirina têkoşînê û têkbirina dagirkeriyê armanca me ya bingehîn ya têkoşînê ye. Em di şexsê fermandar Karker Êriş de, hemû şehîdên berxwedana Efrînê carek din bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadiyê ku me daye gelê xwe û şehîdên xwe dubare dikin.

Fermandariya Giştî ya YPG | 17 Adar 2021

 

 

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022