Bi hezaran xwendekarên Tebqayê çûn dibistanan

  • 1 Cotmeh 2017 | Nûçe

Piştî ku şervanên QSD`ê bajarê Tebqayê rizgarkirin,yekem carek piştî 6 salan îro dibistan hatin vekirin. Bi hezeran xwendekar berê xwe dan dibistanan.
 
Bi hezaran xwendekar astên seretayî, amedayî û navîn ji saetên sibehê ve berê xwe dan dibistanên Tebqayê û dest bi werza yekem a xwendinê kirin.
 
Ji saetên sibehê ne hejamara xwendekaran pir zêde bû. Ji ber hejamar wan ya zêde xwendekar li ser du danan hatin belavkirin.
 
Li bajarê Tebqayê sala nû ya xwendinê bi beşdarbûna 20 hezar xwendekar, 600 mamost û 100 dibistanî, destpê kir. Ji ber hejmara xwendekaran ya zêde dibe ku hejamara dibistan û mamosteyan di demên pêşde werin zêdekirin.
 
Xwendekaran kêfxweşiya xwe ya derbarê vekirina dibistanan anîn ziman.