Berpirsê aboriya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hate girtin

  • Navenda Ragihandina YPG | 2’ê Îlonê 2019 | Daxuyanî

Çalakî û operasyonên hêzên me yên li dijî DAIŞ û komên din yên çete berdewam dike. Li herêmê di operasyonên ku heya niha hatin lidar xistin de hejmarek zêde çete hatin girtin û pêşî li gelek êrîşan hate girtin. Di vê çarçoveyê de, piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya demdirêj, hêzên me yên Yekîneyên Antî Teror di dîroka 1’ê Îlonê de li dijî şaneyek veşartî yê DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê operasyonek pêk anîn. Di operasyona ku li dijî hejmarek serçeteyan pêk hat de berpirsê aboriya çeteyên li herêmê bi navê Mihemmed Remedan Eyd el-Tala’a hat girtin. Di operasyonê de her wekî din hejmarek ji çek, cebilxane, hinek dokumanên rêxistinî û mîqdarek pere hat desteserkirin.

 

Di encama operasyonê de;

 

2 çekên Mosin-Nagant

2 çekên AKS-74U

2 çekên nêçîrê

1 çeka PKM

1 Glock

Cilên leşkerî

2 telefon

1 çeka AK-47

Û hejmarek cebilxane


hate desteserkirin.


Navenda Ragihandina YPG | 2’ê Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Zehredîn Osê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 18ê Gulan 2020

Ji raya giştî re!

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel -YPG | 29-04-2020 Nûrî Mehmûd

Em 7 rêhevalên xwe yê di sala 2016’an gihîştinê şehadetê bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Nîsanê 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019