Balafirek bêmirov a girêdayê artêşa Tirk a dagirker li Kobanê ket dest

  • 7 Cotmeh 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Rojava heya niha li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê gelê me yê sivîl û hêzên me hertim kiriye hedef û hewldanên xwe yên tehrîkwarî û bi tacîzan her berdewam kiriye û binpêkirina sînoran berdewam dike.  

 

Herî dawî di şeva 6’ê Cotmehê demjimêr 18:00’an de balafirek bêmirov a keşfê (Drona bi kamîra a bi termal) xera bûye ketiye herêma me û ketiye destê me.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Cotmeh 2018