Bagera Cizîrê: 4 gund û gelek mezra ji çeteyan hate paqijkirin
- 8 Puşper 2018 | Nûçe

Pêngava Bagera Cizîrê di pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) de bi armanca paqijkirina qadên dawî yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê û bi temamî rizgarkirina herêma Rojhilatê Firatê didome.
Di roja 5an de gelek gund û mezraayên li roijhilatê bajarokê Şedadê ji destê çeteyan hate derxistin.
Gundên ku hatine rizgarkirin:
- El-Fe’qah
- El-Kuleyb
- Mircan
- Hemîdiyê
- Gelek mezraayên li derdorên wan
Gund 16 kîlometre li rojhilatê bajarê Şedadê ne. Li herêmê, bi taybetî li gundê el-Kuleyb şer û pevçûnên giran hatin jiyin û di encam de du çete hatin kuştin. Li vir motosîkletek û gelek tunelên çeteyan jî hate rûxandin.
Yek ji şervanên QSD’ê Basil diyar kir ku “bajarokê Dişîşa yek ji herêmên ku DAIŞ jin û zarokên Êzidî yên ku revandî lê digire ye.” Basilê ku cîhê xwe di şerê rizgarkirina gundê Mircan de girtî tîne ziman ku DAIŞ hemû rêbazên hovane bikartîne û wiha berdewam dike: “Nêzî ku em gund bi temamî bigirin DAIŞ hemû mal û mekteba gund rûxand û reviya.”
Şervaneke din yê ku cîhê xwe di rizgarkirina gundan de girt got: “Dişîşa di demên dawî de bûye baregeheke navendî ji bo çeteyên DAIŞ’ê. Tê de zîndanên wan yên ku bi dehan kes tê de tên îşkence kirin, cîhên ku serçete xwe tê de vedişêrin hene. Herwiha li Dişîşa bazarên bi navê “Sabaya” hene ku jinên ku revandine lê difroşin. Li gor agahiya di dest me de li wê derê gelek jinên Êzidî jî hene.”
Rizgarkirina herêmên li rojhilatê Şedadê armanca sereke ya pêngavê ye. Bi rizgarkirina herêmê re di bakûrê Sûriyê de hebûna DAIŞ’ê namîne. Pêngav, bi tevlîbûna hêzên koalîsyona navdewletî û artêşa Iraqê li herêma sînor didome.
8 Puşper 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
