Bûyera ku li Qamişlo hatiye jiyankirin divê li pêşiya hewldana çareseriyê nebe asteng

  • 15 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di 8’ê meha Îlonê de li bajarê Qamişlo di navbera hêzên Asayîşê û hêzên girêdayî rejîma Sûriyê aloziyek xemnak rû da ku di encam de ji herdû aliyan jî hejmarek kes jiyana xwe ji dest dan û herwiha bû sedem ku li bajarê Qaamişlo rewşeke ne aram û tevlîhev derkeve holê.

 

Em weke Fermandariya Giştî ya YPG ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji ber bûyerê xemginiya xwe diyar dikin. Dezgeyên pêwendîdar di derbarê bûyerê de lêpirsînek berfireh dan destpêkirin û dema bi dawî bibe wê encamên wê bi raya giştî re werin parvekirin. Herwiha em bang li herdû aliyan dikin ku di demeke lêgerîna çareseriyê tê kirin, berjewendiyên niştimanî li ber çavan bigirin û wisa tevbigerin.

 

Em careke din sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şîfaya lezgîn ji brîndaran re dixwazin.

 

Nûrî Mehmûd – Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel

15 Îlon 2018