Bîlançoya meha Tebaxê 2017an a YPG’ê

  • 3 Îlon 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

 Hêzên me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku li tevahî Rojava diparêze û li Bakurê Suriyê de bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) re li Reqqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya “Pêngava Rizgarkirina Reqqa” de têkoşînekê bêhempa dide meşandin, di meha Tebaxa 2017’an de jî bi aktîf tevgeriya ye û armanc û hedefên dijminan di vê mehê de jî careke din asteng kiriye. 

 

Li ser vê bingehê di meha Tebaxa 2017’an de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de:

 

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên dibin fermandariya wî tevdigerin 158 caran bi tang, topên hawan, obûs û bi çekên giran ve li çeperên YPG-YPJ’ê a giştî Rojava û mal û zeviyên sivîlan hedef girtine û êrîş kirine.

 

- Balafirên şer û keşfê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 8 caran sînorê Rojava derbas kirine û bi armanca keşfê li ser asîmana Rojava de geriyane.

 

-Artêşa Tirk a dagirker 2 caran sînor derbas kir û xaka Rojava binpêkiriye

 

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê, 2 caran di bejahî de êrîşê hêzên me kirine.

 

-Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de 7 sivîl brîndar bûn

 

-Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de zirarê maddî gihiştiye sivîlan. Mal û zeviyên sivîlan hatiye xirakirin û şewitandin.

 

Hêzên me yên YPG-YPJ’ê li hember van êrîşan di çarçoveya parastina rewa de 34 caran bersiv daye. Di derbarê wê de:

 

-6 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

 

-Tangek, maşîneyek bombebarkirî, maşîneyek doçka barkirî û tirêksekî çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin rûxandin. Her wiha maşîneyek çeteyan û tirêksekî artêşa Tirk a dagirker hat derbkirin.

 

-2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin xistin û ketin destê hêzên me.

 

-Di vê mehê de encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li Efrînê 4 rêhevalên me gihiştine şehadetê.

 

Hêzên me yên YPG û YPJ’ê jî di nav de ji bo rizgarkirina bajarê Reqqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê “Pêngava Rizgarkirina Reqqa” hatibû destpêkirin di meha Tebaxê de jî bi biryarbûnekî xurt tevlî bûye û tevgeriya ye. Di vê mehê de di pêngavê de pêşveçûyînên şervanan li gor mehên din hîn xurttir bû û serkeftinên mezin hatine bidestxistin.

 

Li ser vê bingehê encamên sereke yên pêngavê di vê mehê de wiha ye:

 

-Li çar aliyên bajarê Reqqayê ku hatiye dorpêçkirin heya niha ji %65 hatiye rizgarkirin.

 

-Nêzikî 2 hezar sivîlên ku destê çeteyan de asê mabûn ji aliyê Tîmên Taybet yê QSD’ê ve hatin rizgarkirin û gihandin cihên bi ewle.

 

- Di vê mehê de 9 tax hatin rizgarkirin. Taxên hatine rizgarkirin ev in: Reqqaya Kevin, Nezlit Şihadê û Hîşam Bin Ebdulmelik ên dikevin başûrê bajêr, Taxa El Kerîm a bakur rojavayê Reqqayê, taxa Diriyê a rojavayê bajêr, taxa Mehdî, taxa El-Refqa, taxa Mensur taxa Reşîd yên aliyê rojhilat ên Reqqayê. Her wiha gelek cihên stratejîk jî hatin rizgar kirin.

 

- Di vê mehê de baskên Rojava û Rojhilatê Reqqayê gihiştin hev.

 

-1244 çeteyên DAİŞ’ê hatine kuştin û bi dehan çete hatine brîndar kirin. Ji van 76 termên çeteyan ketine destê şervanan.

 

-3 çete bi saxî hatine girtin.

 

-28 maşîneyên teqemeniyê berîya ku bigihîjin armancên xwe ji aliyê şervanan ve hatin îmha kirin.

 

- Kargeha sereke ya çêkirina mayînan, fabrîqeyeke çêkirina erebeyên bombebarkirî, 3 maşîneyên leşkerî, 3 doçka 12,5 û doçkayek 23 hatin rûxandin û balafirekî keşfê hat xistin.

 

-Di vê mehê de şervanan gelek çek û cebilxane li ser çeteyan girtin. Her wiha cihên ku mayin û hawan dihatin çêkirin ketin destê şervanan.

 

-Sê tunelên çeteyan ku ji bo hatin çûyînê şixulandin hatin dîtin û cihên ku hatin rizgarkirin ji aliyê tîmên taybetan ji mayinan hatin paqijkirin.

 

Di meha tebaxê de Pêngava Rizgarkirina Reqqayê de 2 ji wan şervanên YPJ 101 şervanên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê û li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser navçeya Şedadê de 8 şervanên me tevlî karwanên şehîdan bûne. Her wiha yek ji wan şervanekî YPJ’ê 5 şervanên me di encama qezayan û 3 şervanan me jî bi nexweşiyên giran şehîd ketine.

 

Navenda Ragihandina YPG | 3 Îlon 2017