Bîlançoya 9 rojan ji Pêngava 3ʹemîn ya Xezeba Firatê

  • 12 Sibat 2017 | Daxuyanî

Pêngava Sêyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê li gorî pîlanên hatine danîn serkeftî derbas dibe. Armancên xwe yên sereke ku têkbirina xetên pêşî yên pastinê ji aliyê bakur-rojhilatê bargeha Sereke ya çeteyên DAIŞʹê Reqqayê bû pêk anî. SErkeftin piştî şerên dijwar ku hêzên me bi qehremanî bi alîkariya hin komên leşkerî yên teybet ên Koalsîyona Navdewletî li ser erdê her wiha bi piştigiriyeke çalak a balafirên wan di nava 9 rojan ji destpêka pêngavê de komên çete di mesafeya 40 kîlometreyan de komî serhev bûn û bi vê yekê gihiştin ber bajarê El-Reşîd (Reqqa).
 
Hêzên me di vê mesafeyê de beşê mezin ji pêngava sêyemîn a Hemeleya Rizgarkirina Reqqa û gundên wê bi dest xist.
 
1-Bi ferehiya 700 kîlometir çarkoşe erdên bakur-rojhilatê Reqqa hate rizgarkirin.
 
2-98 gund û gundik hatin rizgarkirin û ewlekariya şêniyên van deveran hate pêkanîn, alîkariya welatiyan hate kirin û ji bo vegerin warê xwe jî alîkariya wan hate kirin.
 
3-124 terorist hatin kuştin, bi hejmarek mezin birîndar bûn û 9 terorist bi saxî hatin giritin.
 
4-Hejmarek topên çeteyan, alêv û erebeyên wan ên leşkerî ku çekên giran li ser wan bûn, hatin rûxandin. 63 tunelên çeteyan û bi dehan noqteyên xwe tê de bi dih kiribûn, her wiha kargehek çêkirina madeyên teqemeniyê hatin teqandin. 3 tirmpêlên bombebarkirî û hezar û 256 mayîn hatin ruxandin. 3 balafirên keşfê yên çeteyan hatin xistin. Miqdarek mezin çek û cebilxane û alavên leşkerî hatin destserkirin.
 
5- 13 şervanên me yên QSD û hêzên Erka Xweparstinê şehîd bûn.
 
6-750 welatiyên herêmê tevlî bargehêm me yên perwedyeê bûn, da ku werin perwedekirin û cihê xwe di hemeleya leşkerî ya rizgarkirina parêzgeha xwe ku hîn didome, bibin.
 
Em wekî Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di dema ku em tekez dikin ku pêngava 3ʹemîn a Hemeleya me nêzî armanc û pîlana ku hatibû danûn bûye, tevahiya rojhilatê Reqqa hate rizgarkirin û bi vê yekê rê ji qutkirina Reqqayê re hate vekirin û amadekariya rizgarkirina wê hêsan dibe. Em bang li hemû gelê xwe yên di herêmên dagirkerî de ne dikin. Careke din em banga xwe ji wan re dubare dikin ku dûrî hemû pargeh û noqteyên leşkerî bibin. Dûrî rêveberiya DAIŞʹê bibin û xwe li derdora hêzên me  dema dighêjin deverên wan kom bibin. Em bang li ciwanên Parêzgeha Reqqayê dibin ku tevlî hêzên me QSDʹê bibin.
 
Şehîdên me di dê her mayînde bin, Hêviya Şêfaya lezgîn ji birîndarên me re.
 
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê | 12 Sibat 2017