Bîlançoya Nîsan 2017 - Êrişên artêşa dagirker a Tirk, Pêngava Xezeba Firatê

  • 3 Gulan 2017 | Daxuyanî

Di Nîsana 2017’an de Artêşa dagirker a Tirk 67 caran êrişê seranserê sînorê Rojava û bakurê Sûriyê kiriye, ji wan êrişan 35 caran bi tang û top, 24 caran bi cûreyên cuda ji çekên giran, 7 caran bi muşek û yek car jî bi balafirên şer êriş pêk aniye.
 
Roja 25′ê Nîsanê saet di 02.00′yê sibehê, navenda Fermandariya Giştî ya YPG′ê ya li herêma Qereçox ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Li wir navenda ragihandinê, radyoya Dengê Rojava, çapxane û saziyên leşkerî hene. Di encama vê êrîşê de, di nav de sê nûçegihanên navenda ragihandinê, 20 şervanên YPG/YPJ′ê şehîd bûn û 18 şervan jî birîndar bûn.
 
Li hember van zêdegavî û êrişan, şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di çarçoveya parastina rewa de 16 caran bersiva artêşa dagirker a Tirk dane. Di encamê de li herêmên cûda yên li ser xeta sînor 3 caran şerên demkurt qewimîn e. Herwiha 2 balafirên keşfê, 3 tang, 2 panzer, maşîneyeke radar li ser û 6 çeper yên artêşa dagirker a Tirk hatine rûxandin.
 
Di Nîsana 2017’an de şervanên YPG û YPJ pêşengtiya xwe ji Pêngava Xezeba Firatê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD re dewam kirin û beşdarê Qonaxa Çaremîn ya rizgarkirina Reqqayê bûn. Di vê çarçovê de, bajarokên Hezîme, Mezrea Tişrîn û bi dehan gund di nav de, 800 kîlometrên çargoşe li bakur û bakurrojhilatê Reqqayê (bakurê Geliyê Celab) ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di vê pêngavê de bi deh hezaran welatiyên Reqqa û bajarê Tebqayê hatin rizgarkirin û li herêmên ewle de hatin bicih kirin. Pêngava Xezeba Firatê aniha bi dijwarî li bajarê Tebqayê dewam dike û 95% ji wê bajarî hatiye paqijkirin, bi dehan çeteyên DAIŞ’ê ku di dorpêçekî teng de asê mane hatine kuştin û birîndarkirin.
 
Navenda Ragihandina YPG | 3 Gulan 2017