Bîlançoya 10 Rojan A Pêvajoya Duyem A Hemleya Xezeba Firatê

  • 20 Kanûn 2016 | Daxuyanî

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a pêvajoya duyem a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina gundewarên rojavayê Reqqayê eşkere kir.

 
Daxuyanî wiha ye:
Pêvajoya duyem a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina gundewarên rojavayê Reqqayê ji baskên Qadiriyê û Kerdoşan ve dest pê kir. Di şerê 10 rojan de şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hezar û 300 km2 (97 gund, bi dehan mezra û gelek girên stratejîk) rizgar kirin.

 

96 çete hatin kuştin

Di van pevçûnan de 96 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, 7 çete jî bi saxî ketin destê şervanan(çeteyekî tevî malbata xwe, xwe radestî şervanên me kir).

 

Şervan gihiştin çemê Firatê

Hêzên me gelek herêm rizgar kirin û gihiştin çemê Firatê.

 

Miqdarek cebilxane girtin

Hêzên me di 10 rojan ev çek û cebilxane girtin:

- 52 Kalashnikov

- 87 şarjûrên Kalashnikov

- Motorsîklek

- Dûrbîneke rojê

- 6 bêtêlên digital

- 20 rext

- 38 bombeyên destan

- 6 RBG

- 7çenteyên RBG

- 4 katûşa

- 40 hawan

- Hawananeke 120 mm

- Hawaneke 160 mm

- hezar û 500 guleyên BKC

- çekeke RBC

- çekeke RBG

- 1 Pick- up

– Kamyonek bombebarkirî

- 7 rextên xwekujiyê

- Doçkayek 12,5

– 80 fîşekên 12,5 doçka

- Doçkayek 23,5

 

550 mayîn hatin bêbandorkirin

Piştî ku şervanan gelek dever ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin, herêm mayînên çeteyên DAIŞê paqij kirin. şervanan 550 mayîn bêbandor kirin. Lê hê gelek mayîn jî nehatine rakirin.

9 şervan şehîd bûn, 12 birîndar bûn

Di şerê 10 rojan de 9 şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gihiştin asta şehadetê, 12 şervan jî birîndar bûn.

 

Şêniyên gundên rizgarkirî vegeriyan warên xwe

Piraniya şêniyên gundên ku hatine rizgarkirin vegeriyan cih û warên xwe. Em spasiya gelên xwe dikin ku em bi dilekî germ pêşwazî kirin û ji wan dixwazin ku dûrî noqteyên DAIŞ′ê bikevin. Hemleya Xezeba Firatê didome.

 

Fermandearê Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê

 20 Kanûn 2016