Bîlançoya şer û berxwedana sala 2016

  • 5 Çile 2017 | Daxuyanî

Di sala 2016’an de 9425 km2 erd ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin
 
Bîlançoya Şerê 2016’an a YPG
Sala 2016’an ji bo Şoreşa Rojava û Sûrî bû salekî gellek girîng. Çeteyên hov ên DAIŞê îsal jî bê navber êrişên xwe domandin. Li hember van êrişan hêzên me di hemû xetên sînor erkê xwe ya parastinê bi cih anîn û ji bo erdnigariya di bin desthilatiya çeteyan de were rizgarkirin di bin sîwana QSD de tevlî hemleyên stratejîk ên wekî Xezeba Xabûr, Şehîd Elîn û Cûdî, Fermandar Şehîd Ebû Leyla û Xezeba Firatê bûn. 
 
Çeteyên giredayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûrî jî bê navber li qadên Efrîn û Şêx Meqsûd a Helebê êrişî hêzên me kirin, çekên qedexekirî jî di nav de bi gellek çekên cûrbecûr hêzên me û zêdetir jî hemwelatiyên sivîl hedef girtin. 
 
Li kêleka van êrişên çeteyan di sala 2016’an de êrişên Arteşa Tirk jî her çû zedê bû. Bi dagirkeriya Cerablûsê Arteşa Tirk ket axa Surî û li dijî hemwelatiyên sivîl gellek komkujî pêk anî. Li ser sînor gellek hemwelatiyên me şehîd xistin. Di rojên dawiya salê de jî Arteşa Tirk êrişên xwe ya li dijî hêz û çeperên me zêdetir kiriye. 
 
Rejîma BAASê jî di nava vê salê de du jê êrişên mezin gellek êriş anîn li ser hêzên me û hemwelatiyên sivîl. Hêzên me li dijî van êrîşan parastinek xurt meşand û gellek cihan de hêza rejîmê daxist asta herî kêm.
 
Bîlançoya êrişan û hemleyên hêzên me tê de cih girtin wiha ye; 
Têbînî: Hejmara windahiyên sivîlan ku bîlançoya me de hatiye dayîn tenê ji bo qadên di bin serweriyê hêzên me derbasdar  e. Windahiyên sivîlan a li qadên di bin serweriyê Asayîş û hêzên me yên din ên ewlekarî û qadên di bin serweriyê hêzên din de hat jiyîn dervahî vê bîlanço ye.
 
Êrişên Rejîmê BAASê
Rejîmê BAASê îsal li dijî Hesekê û Qamişlo du êrişên mezin lidarxist ku her yek ji wan bû sedemê şerê 3 rojan. Derveyî van êrişên mezin 17 cara din êrîş lidarxistin. Her wiha balafirên şer jî di nav de bi gellek top û hawanan, bi çekên giran bajarên me û cih û warên sivîlan topbaran kirin. 
Di êrişan de zarok jî di nav de 28 sivîl şehîd bûn, 12 sivîl birîndar bûn û 134 mal û kargehên sivîlan zirar dîtin. 
Hêzên me li dijî hemû êrişan sekinîn û têk birin. Di encama vê berxwedanî de li Qamişlo Hebsa Elaya yê stratejîk jî di nav de gelek noqtê ji dest rejîm hat derxistin. Dîsa li Hesekê jî taxa Xiwêran, Neşwê û piraniya bajêr ji dest rejîm hat rizgarkirin. 
 
Êrîşên Arteşa Tirk
Ji destpêka sala 2016 ve Artêşa Tirk 191 caran sînorên Rojava binpêkiriye, tacîz û êrîş pêkaniye. 169 caran bi çekên giran mal û mûlkên sivîlan û çeperên hêzên me gulebaran kiriye. Dîsa 2 caran bi helîkopteran, 7 caran bi balafirên bê mirov û 13 caran jî bi maşîneyên zirxî sînor derbas kirin û ketin xaka Rojava.
Di encama van êrîşan de qasî hat zelal kirin 31 welatiyên sivîl şehîd ketin û 138 hemwelatiyên sivîl jî hatin birîndar kirin. Dîsa di van êrîşan de şervanek YPG, du endamên Asayîş, sê şervanên Erka Xwe Parastinê şehîd bûn û 8 endamên din jî hatin birîndar kirin. 
Dîsa di encama van êrîşan de gellek mal û mûlkên sivîlan zirar ditîn û hinek mal jî bi temamî şewitîn.
 
Êrîşên Çeteyên Koalîsyona Niştimanî
Di Sala 2016'an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ku xwe wekî Arteşa Azad bi nav dike tevî El Nusra û Ahrar El-Şam 284 caran bi topên hawan, topên destsaz û çekên giran êrîş birin li ser gund û navçeyên Efrîn û taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Çeteyan 3 cara bi çekên kimyewî û gazên jehrî welatiyên Şêx Meqsûd û yekîneyên me yên vê herême hedef girtin. Di encama wan êrîşan de 51 welatiyên Şêx Meqsûd şehîd bûn û 104 welatî jî birîndar bûn.
 
Êrişên Çeteyên DAIŞê 
Di Sala 2016'an de çeteyên DAIŞ’ê 493 caran bi topên hawan, fûze, çandina mayînan, bi maşineyên teqemenî û çekên giran yên cûrbecûr êrîşî xatên sînor a Federasyona Bakurê Sûrî kirin. Di encama wan êrîşan de 15 welatiyên me şehîd ketin û 14 welatî jî birîndar bûne.
Çeteyên DAIŞê herêma dikeve navbera gundê Ebû Fas û Şedadê de çekên qedexekirî wekî gazên jehrî di nav de bû avêtin çeperên hêzên me. 
 
Bîlançoya Hemleyên QSD
Hêzên me di bin banê QSD de tevlî hemleya Xezeba Xabûr, hemleya Şehîd Elîn û Cûdî, hemleya Şehîd Fermandar Ebû Leyla û hemleya Xezeba Firatê bûn. 
Di encama van hemleyan de bi giştî 9.425 km2 erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Di nav vê 9.425 km2 de bajarên mezin wekî Minbic û Şedadê bi dehan navçeyên biçûk, 699 gund û hejmarek zedê gundik û mezra jî hat azad kirin. 
Di van hemleyan de 4.622 çete hatin kuştin, bi hezaran çete hatin birîndar kirin û bi giştî 132 çete jî esîr hatin girtin. 
Di van hemleyan de 45 jê maşîneyên doçka bi giştî 203 maşîneyên leşkerî, 15 tang û panzer, 32 hawan, 5 katuşa hatin ruxandin. Dîsa bi hezaran çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê hêzên QSDê.
 
Bîlançoya Çek û Cebilxaneyên Hatin Bi Dest Xistin
Di encama hemû şerên sala 2016an de gellek çek, cebilxane û amûrên leşkerî ya dijmin ketin destê hêzên me. Di encama tevahî şerên 2016an de ji hemû cûreyan çekan 2.574 çek ketin destê hêzên me. Dîsa bi deh hezaran cebilxaneyên van çekan, alav û amûrên leşkerî, jiyanî û tendûristî; dîsa bi sedan maşîne jî ketin destê hêzên me. 
 
Lehengên Serkeftinê
Hemû destkeftiyên sala 2016an bi xwîna şehîdan hat bi dest xistin. Ew lehengên li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê bi wêrekî têkoşiyan hiştin ku îro em li ser welatek azad bijîn û pêşengtî ji şoreşa Sûrî tevahî re bikin. 
Di sala 2016an de 613 hevalên me yên qehreman, egîd û leheng bûn tov ji axa Kurdîstanê re da ku şitilên azadiyê mezin bibin. Em carek din li hember van hevalan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. 
Di serî de malbatê şehîdan tevahî gel û hevalên me li pêy vê tekoşînê bi şeref heta dawî şopdar bin. Ew hêza ku em ji şehîdên xwe distînin wê bibe misogeriya serkeftinên hîn ji van mezintir.
 
Navenda Ragihandina YPG | 5 Çile 2017