Bîlançoya şer û berxwedana Cotmeh 2017

  • 3 Mijdar 2017 | Daxuyanî

EFRÎN: Êriş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin li ser Rojava û bakurê Sûriyê berdewam dikin. Di Cotmeha 2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran hewl dane ku êrişî gund û sînorê herêma Efrînê bikin. Lê belê hemû êriş û hewldanên çeteyan vala hatine derxistin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî van hewldanan mafê parastina rewa û bersivdayînê bikar anîne.
 
Êrişên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wî: 57
Gerandina balafirên keşfê: 12
Bersiva yekîneyên YPG/YPJ li dijî êrişan: 33
Hejmara dijmin hatiye kuştin: 6 (yek ji wan emîr)
Temas û pevçûnên encam ne diyar: 10 
Hejmara dijmin yên ku hatine birîndarkirin: 16
Çek/amûrên dijmin hatine rûxandin: 1 balafirê keşfê, 1 wesayita leşkerî, 1 loder û 1 kamyon
Çek/amûrên dijmin derb xwarine: 2 trêks
 
REQQA: Di 20’ê Cotmeh 2017 Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi awayekî fermî rizgarkirina bajarê Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand. Pêngava Cenga Mezin ya li navenda bajarê Reqqa de bi giştî 134 rojan dirêj kiriyê û di encam de:
 
- 450.000 welatiyên sivîl ji zilm û terora DAIŞ’ê hatine xelaskirin û li cihên ewle hatine bicîhkirin.
- 655 ji şervanên QSD’ê, ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û enternasyonal di oxira vê pêngava dîrokî de gihiştine asta şehadetê.
- Şervanên YPG/YPJ di çarçoveya pêngava paqijkirina bajar ji bermahiyên teqemenî yên DAIŞ hejmarek ji yekîneyên xwe li bajar bicîh kirine ta ku carekî din di ewlekariya bajar de rola xwe ya pêşeng pêk bînin.
 
DÊRAZORÊ: Pêngava Bagera Cizîrê a ku di 9’ê Îlonê bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li bakurê Dêrazorê û rexên Çemê Firatê hatibû destpêkirin, bi piştevaniya QSD’ê û di bin pêşengtiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê dewam dike. Di nav de zeviyên petrolê yên El-Omer, alanekî berfireh û stratejîk ber bi sînorê Iraqê ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Tevî ku rejîma Sûriyê û hêzên ku wê diparêzin di vê mehê de hewl dane bi êrişên xwe û alîkariya DAIŞ’ê rê li ber pêşketina pêngavê bigirin jî, şervanên QSD’ê herêmên rizgarkirî bi awayekî serkeftî parastine. Bi hezaran welatiyên Dêrazorê ku hem ji rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê direvin berê xwe danê hêzên QSD’ê û ji cihên ewle re hatine veguhestin.
 
ŞEHÎDÊN ME: Di Cotmeha 2017’an de 97 hevrêyên me ji hemû pêkhatetyên Rojava û bakurê Sûriyê di çarçoveya pêngavên dîrokî yên Cenga Mezin, Bager Cizîrê û berxwedana Efrînê bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.
 
Navenda Ragihandina YPG | 3 Mijdar 2017