Bîlançoya şer û berxwedan di Adara 2017’an de

  • 3 Nîsan 2017 | Daxuyanî

Di Adara 2017’an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 47 caran bi hemû cûre çekên giran êrişê seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê kiriye, bi wan êrişan bi taybet her du Kantonên Efrîn û Kobanê bi dijwarî hedef girtiye.

 

Di vê mehê de Artêşa Tirk a dagirker 7 caran hewl daye sînorê Rojava derbas û axa wê dagir bike. Her wiha 8 caran bi balafirên keşfê yên bêmirov (drone) sînorê asmanî yê Rojava binpê û keşf kiriye.

 

Li hember van êrişan Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di çarçoveya parastina rewa de 27 caran di asta pêwîst bersiva destdirêjî û êrişên Artêşa Tirk a dagirker daye ku di encam de: 2 balafirên keşfê yên artêşa dagirker hatine xistin, tangek hatiye ruxandin, trêksek hatiye derbkirin, 2 çeteyên artêşa dagirker hatine kuştin û 2 leşkerên artêşa dagirker hatine birîndarkirin.

 

Di Adara 2017’an de, di encama êrişên Artêşa Tirk a dagirker de 3 endamên Erka Xweparastine birîndar bûne û zarokek 14 salî di navbera Girê Spî û Serêkaniyê li ser sînor bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.

 

Di vê mehê de çeteyên DAIŞ’ê 3 caran êrişê çeperên YPG û YPJ kirine, yek ji wan di 27’ê Adarê li dijî gundê Ezawî ya girêdayî Şedadê pêkhatibû. Di encamê bersivek di cih û tund de 1 tang, 2 maşîneyên doçkabarkirî, 3 maşîneyên teqemenî û 1 maşîneya leşkerî hatin ruxandin. Her wiha termên 45 çeteyan ketin dest, 3 balafirên biçûk û 15 bombeyên destan hatin desteser kirin. Di têkbirina wan êrişan de du rêhevalên me gihiştin şehadetê.

 

YPG û YPJ di Adara 2017’an de jî rola xwe di Sêyemîn Merheleya Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê de dewamkirin ku enacama wê bi vî rengî ye:

 

YPG û YPJ di nav de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Rizgarkirina Reqqayê ji 3 baskan pêş ve çûn. Her sê baskan bi giştî hezar û 786km2 alan hatiye rizgarkirin. Di baskê Bîr El-Hiba 540 Km2 ji herêmên rojhilatê bajarê Reqqa ji çeteyan rizgar kirin, di nava vê herêmê de bajaroka Kerama ya stratejîk ku çeteyan wekî baregeheke sereke bikar dianîn hebû.

 

QSD di baskê Ebû Xeşeb jî herêmek bi firehiya hezar û 100 km2 ji çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê firehiya tevahiya herêmên rizgarkirî bû hezar û 640 km2, di vê herêmê de bi dehan gund û mezre hene. Li herêma rizgarkirî bi hezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin, QSD welatiyên ji çeteyan hatin rizgarkirin, veguhestin herêmên ewle. Ekîbên pispor jî gundên hatine rizgarkirin ji mayînan paqij kirin û riya vegera welatiyan a gundan hêsan kirin.

 

Di şer de 272 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 67 çeteyan ketin destê şervanên QSD. Her wiha miqdarek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Cihekî dermanan û çêkirina madeyên teqemeniyê yên çeteyan hate dîtin.

 

QSD bi baska sêyemîn a rojavayê Reqqayê ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê dide meşandin. Di vê baskê de herêmeke bi firehiya 146 km2 hate rizgarkirin û 13 gund û 10 mezra hate rizgarkirin. Hemû riyên diçin Tebqa hatin girtin.

 

Di şer de 79 çete hatin kuştin, 29 termên çeteyan ketin dest û 5 çete bi saxî hatin girtin. 5 tirimpêlên leşkerî, du doçka û her wiha alav, çek û cebilxaneyên curbecur hatin desteserkirin.

 

Di vê mehê de 82 hevalên me gihiştine şehadetê. 63 hevalên me di hemleya Xezeba Firatê de û 9 hevalên me li Şedadê şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de, 4 hevalên me encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de û 6 hevalên me di encama qrîza dil û qezayan de şehîd bûne.

 

Navenda Ragihandina YPG | 3 Nîsan 2017