Bîlançoya şerê 10 rojan ê hemleya rizgarkirina bajarê Tebqa û Band avê

  • 01 Nîsan 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:

 

Yekem car çalakiyên bi vî rengî ji bo rizgarkirian Bajarê Tebqa di 21ʹê Adara 2017ʹan de hate destpêkirin. Hemeleya ku di şeva 21ʹê Adareê de di encama daketina ezmanî de ku hêzên me bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk anî bi armanca rizgarkirina Bajaêr Tebqa û bendava wê pêk hat.

 

Di encama hemeleyê de xalên li jêr pêk hatin:

1-Herêmeke bi firehiya 146 km2 hate rizgarkirin, di vê herêmê de 13 gund û 10 gundik hatin rizgarkirin, her wiha hemû riyên diçin bajarê Tebqa hatin giritin. Hemû navendên parastina çeteyan ên di vê herêmê de herêmê hatin ruxandin.

2- 79 çete hatin kuştin, ji van 2 serçete bûn.

3- 29 termên çeteyan ketin destê şervanên me

4- Di şerê vê herêmê de 5 çete bi saxî hatin girtin.

 

Di encama hemleyê de ev alavên li jêr hatin ruxandin:

5 tirmpêlên leşkerî,

2- Du doçka

 

Alav, çek û cebilxaneyên ketin dest

Sê tirmpêlên leşkerî

2-80 mayînên Ant-tank

150 topnê hawanê

4- 74 guleyên topavêjê

Tirmpêlek bombebarkirî

100 mayînên çeteyan hatin bê bandorkirin

Her wiha miqdarek mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî jî hatin destserkirin.

 

Di vê hemleya dîrokî ku hêzên me pêk anî de 4 hevalên me di QSDʹê de piştî berxwedanake mezin a li dijî komên çete şer kirin û şehîd bûn, 4 hevalên me jî birîndar bûne.

 

Em di Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de careke din soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo pêkanîna armanca xwe û gelê xwe bighînin ewlekariyê, her wiha bidestxistina serkeftinê soza xwe dubare dikin.

 

 Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê| 01 Nîsan 2017

Ji Çapemenî û Rayagiştî re: