Bîlançoya êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî Rojava (16-25 Cotmeh 2017)

  • 26 Cotmeh 2017 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di 9 rojên derbasbûyî de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî li seranserî gundewarên navçeyên Kantona Efrîna êrişan pêk anîn û şer derket. Di encama van şer û pevçûnan de 2 çete hatin kûştin. Her weha wesayîteke çeteyan a doçka li ser, loder û qamyoneke leşkerên Tirk hatin rûxandin û hemû hewldanên çêkirina çeperên nû yên şer ên çeteyan hatin astengkirin.
 
Encamên êriş û pinpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 9 rojên dawî wiha ne;
 
Di dîroka 16.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên obusa êrişî Methane Feysel, bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Gundê Merenaz yên girêdayî navçeya Efrîn Şera, dîsa bi topên hawanê êrişî eniya girên Başûr û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersiv dan çeteyan û di şer de li eniya Merenaz çeteyek hat kûştin.
 
Di dîroka 17.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ku li eniya Merenaz yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê dixwestin çeperên nû yên şer çêkin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên BKC û Kanas hedef hatin girtin û di encam de hatin rawestandin. Her weha di heman rojî de bi çekên doçka êrişî girên Barîn, Banî, Berfîn û Şehît Şîlan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. 
 
Di dîroka 18.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Eyn Deqnê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên doçka bersiv dan êrişa çeteyan û di encama şer de wesayîta ku doçkaya çeteyan li ser bû şewitî û hat rûxandin. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahî nehatin bi dest xistin. Her weha di heman rojî de êrişên çeteyan li hember El Kamiyê ya girêdayî navçeya Şera, Gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa û Geliyê Zîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê pêk hatin û cih bi cih di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. 
 
Di dîroka 19.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa, Girê Berfîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê, El Kamiyê û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin û li van deran şer derket. Her weha hewldanên çeteyan yên çêkirina çeperên nû yên şer di encama mudaxeleya hêzên me de hatin rawestandin. Dîsa di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Qestelê, Xedamat û Eyn Deqnê geriyan.
 
Di dîroka 20.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi dron êrişa bi roket li hemberî Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha li heman navçeyî hêzên me mudaxeleya çeteyên ku dixwestin bi treksan li hemberî Girê Berfîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê çeperên nû yên şer çêkin kirin û di encam de hatin rawestandin. Dîsa li Girê Qestelê, Vîla Qadî û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera di navbera hêzên me û çeteyan de bi çekên BKC û doçka şerên demkî qewimîn. Di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a navçeya Şiyê geriyan.
 
Di dîroka 21.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa, bi çekên doçka êrişî Girên Banî, Batman û Baflor yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Girê Qestelê, Merenaz, Baflûn û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersivê çeteyan dan.
 
Di dîroka 22.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî girên Şehît Şîlan, Bedirxan û Bozan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Merenazê û Girê Qestelê yên girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê jî êrişî Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Dîsa di heman rojî de çeteyan hewl da ku li eniya Cindirêsê bi treksan çeperên nû yên şer çêkin. Hêzên me jî di heman demî de bersiva hemû êrişên çeteyan dan û treksa çeteyan a ku çeperên şer çêdikir dane rawestandin. Her weha balafira keşfê ya artêşa Tirk li ser eniya Şera geriya. 
 
Di dîroka 24.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Girê Qestelê û Vîla Qadî yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê û drone êrişî girên Bedirxan û Şehît Şîlan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de hêzên me bersiva hemû êrişên çeteyan dan û hewldana çeteyên ku dixwestin li eniya Vîla Qadî çeperên nû yên şer çêkin hat astengkirin. 
 
Di dîroka 25.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bersiv dan êrişa çeteyan û di encam de çeteyek hat kûştin. Dîsa di heman rojî de çeteyan bi topên hawanê êrişî girên Bedirxan û Botan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Vîla Qadî, Girê Qestelê û Eleqînê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de leşkerên artêşa Tirk yên ku xwestin li beramberî gundên Alîşêr û Aşmê sînor derbas bikin, bi çekên giran û çekên ferdî gulle reşandin ser hêzên me. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişa leşkerên Tirk û şer derket. Di encam de loderek û qamyonek hatin rûxandin û hatin astengkirin. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG
26 Cotmeh 2017

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021