Bîlançoya Çile û Sibatê 2017'an

  • 4 Adar 2017 | Daxuyanî

Di Çile û Sibatê 2017’an de:
 
Artêşa Tirk 89 caran bi çekên giran çeperên hêzên me û sivîlan li ser sînorê Rojava hedef girtiye.
Artêşa Tirk 5 caran bi helîkopter êrişî çeperên hêzên me û sivîlan kiriye.
Artêşa Tirk 8 caran balafirên keşfê li ser axa Rojava gerandiye.
 
2 maşîneyên leşkerî û 3 trêks yê Artêşa Tirk ji aliyê hêzên me ve hatine rûxandin.
Maşîneyek bombebarkirî ya çeteyên di bin fermana Artêşa Tirk de tevdigerin hatiye girtin.
Di encama bersivdayîna êrişên Artêşa Tirk de bi qasî hatiye zelal kirin leşkerek Tirk hatiye kuştin.
 
Di encamê êrişên Artêşa Tirk de 3 welatiyên sivîl û şervanekî me gihîştiye şehadetê. Her wiha 4 welatî û 2 şervanên me birîndar bûne.
 
Encamê bûyer û operasyonên ku di Çile û Sibatê 2017’an di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatiye lidarxistin bi vî rengî ye:
 
Di Çile û Sibatê 2017’an de Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi awayekî çalak beşdarê Pêngava Xezeba Firatê a rizgarkirina Reqqyê bûn ku bi biryara Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk hatibû destpêkirin.
 
Li ser vê yekê û di Pêngava 2ʹemîn ya Xezeba Firatê de:
 
Erda bi firehbûna 2 hezar û 480 km2 ku di nav de 197 gund û bi dehan gundik û girên stratejîk, her wiha Keleha Ceber a dîrokî de jî hebûn hatin rizgarkirin.
 
260 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 115 çeteyan ketin destê hêzên me. 18 çete bi saxî ketin destê şervanên me. Gelek çek û cebilxane, her wiha tirmpêlên leşkerî û topên çeteyan hatin desteserkirin. 40 tirmpêlên bombebarkirî hate sekinanin ji wan beşek mezin beriya bigihêjin armanca xwe hatin rûxanin. Hin tirmpêl ji wan jî hatin desteserkirin.
 
Bi deh hezaran welatiyên sivîl ên ji gundên rojavayê Reqqa hatin rizgarkirin û piştî gundên wan hatin paqijkirin vegeriyan gundên xwe û alîkarî ji wan re hate pêşkêşkirin.
 
42 şervanên QSD ji wan 3 şervanên dilxwazên biyanî yên ji Birîtaniya, Kenada û Amarîka ku bi dildarî tevlî hemleya Xezeba Firatê bibûn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 şervanên ji endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ên ku xwîna wan tevlî xwîna şervanên Ereb û Kurd bûne gihiştine şehadetê.
 
Di Pêngava 3ʹemîn ya Xezeba Firatê de:
 
Bi firehiya 700 kîlometir çargoşe erdên bakur-rojhilatê Reqqa hate rizgarkirin.
 
98 gund û gundik hatin rizgarkirin û ewlekariya şêniyên wan deveran hate pêkanîn, alîkariya welatiyan hate kirin û ji bo vegerin warê xwe jî alîkariya wan hate kirin.
 
124 çete hatin kuştin, bi hejmarek mezin birîndar bûn û 9 çete bi saxî hatin giritin.
 
Hejmarek topên çeteyan, alêv û erebeyên wan ên leşkerî ku çekên giran li ser wan bûn, hatin rûxandin. 63 tunelên çeteyan û bi dehan noqteyên xwe tê de bi dih kiribûn, her wiha kargehek çêkirina madeyên teqemeniyê hatin teqandin. 3 tirmpêlên bombebarkirî û hezar û 256 mayîn hatin ruxandin. 3 balafirên keşfê yên çeteyan hatin xistin. Miqdarek mezin çek û cebilxane û alavên leşkerî hatin destserkirin.
 
13 şervanên QSD û hêzên Erka Xweparstinê şehîd bûn.
 
Di Merheleya 2ʹemîn ji Pêngava 3ʹemîn ya Xezeba Firatê de:
 
Di nav de 253 gund û gundik, herêmek bi qasî 2426 kîlometir çargoşe di parêzegehên Reqqa û Dêra Zorê ji çeteyan hatiye rizgarkirin.
 
Di van şeran de 221 çete hatine kuştin û 11 çete bi saxî ketine destan.
 
Her wiha erebeyek doçka li ser 13 erebeyên bombebarkirî, 8 erebeyên leşkerî, navendeke çeteyan a çêkirina mayînan hatine rûxandin.
 
Navenda Ragihandina YPG | 4 Adar 2017