Axên pîroz bi xwîna şehîdan tê avdan

  • 15 Adar 2017 | Şehîd

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ li ser axa pîroz a Rojava û Bakurê Surî ya ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine avdan di şopa wan de tekoşîna xwe berdewam dikin. Li hember çeteyên hov yên DAIŞ’ê şervanên me bi şêwazê fedaîyane şerê xwe didomînin.
 
Pêngava Xezeba Firatê merhaleya sêyemîn ku ji bo dorpêçkirina bajarê Reqqayê hatibû destpêkirin berdewam dike û şervanên me gav bi gav pêş de diçin. Çeteyên DAIŞ’ê li hember pêşketinan ketine tengasiyê û bi her cûre êrişê xwe berdewam dike. Şervanên me ku gundê Kas Icêl û gundên derdorê wî ya girêdayî Eyaleta Reqqayê ye li hember çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijwar meşandin de çar hevalên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Hevalê me Aydin Qamişlo dema erk û peywira xwe pêk di anî di encama qezayekî de û hevalê me Birîndar Hesekê di encama qrîza dil de şehîd ketine.
 
Weke YPG û YPJ hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin û bejna xwe ditewînin. Serî de ji malbatên şehîd û gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Soza me dabû ku hemû axa Rojava û Bakurê Suriyê çeteyan paqij bikin de tekoşîn bikin, careke din soza xwe nû dikin.
 
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nav û Paşnav: Aydin Qamişlo
Navê Rast: Medîn El-Ebd
Navê Dayikê: Sada
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 03-03-2017
Nav û Paşnav: Birîndar Hesekê
Navê Rast: Basil Matar
Navê Dayikê: Melka 
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 14-03-2017
Nav û Paşnav: Ciwan Hesekê
Navê Rast: Helû Şerabî
Navê Dayikê: Tirkiya
Navê Bav: Hisên
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa, Gundê Kas Icêl / 12-03-2017
Nav û Paşnav: Mazlum Doxan
Navê Rast: Hemud El-Elî
Navê Dayikê: Tifla
Navê Bav: Îd
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa, Gundê Kas Icêl / 12-03-2017
Nav û Paşnav: Rodî Ezîziyê
Navê Rast: Hemîd Kileşan
Navê Dayikê: Xatûn
Navê Bav: Himêd
Cihê ji Dayikbûnê: Serêkaniyê 
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa / 12-03-2017
Nav û Paşnav: Serhed Jînda
Navê Rast: Izedîn Mihemed Silêman
Navê Dayikê: Neca
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa / 08-03-2017
 
Navenda Ragihandina YPG | 15 Adar 2017