Artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor êrîşa çeperên hêzên me kir

  • Artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor êrîşa çeperên hêzên me kir | Nûçe

Îro danê nîvro artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor li pêşberî gundê Kêl Hesenakê ya girêdayî Tirbespiyê xalekî hêzên me ku parastina sînor dikirin, hedef girtin. Di encama êrîşa artêşa dagirker da şervanekî me bi nasnav Hisên ji gundê Girdêm ya Çilaxa ye û ji pêkhateya Ereb e, ji serê xwe hat suîkast kirin û şehîd ket.