Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê lez da faaliyetên xwe yên kontra

  • 28 Tîrmeh 2018 | Daxuyanî

Ji Çapemeni û Raya Giştî re!

 

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê lez da faaliyetên xwe yên kontra yên bi armanca xapandina gelê Efrînê û hewldanên xwe yên reşkirina tevgera me zêdetir kir. Artêşa Tirk a dagirker bi vê rêyê dixwaze dagirkeriya xwe ya ne rewa, rewa bide nîşandan.

 

Artêşa dagirker û komên çete yên pê ve girêdayî, li gel domandina dagirkeriya dermirovî ya li Efrînê, ji milekî de jî hewl didin gelê herêmê di bin zext û zordariyê de bigirin da ku bikaribin dagirkeriya xwe bi wan bidin qebûlkirin û rewa nîşan bidin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku bi derewa ku “gelê herêmê di bin zextê de ye” destbi êrîşan kir, ji bêdengiya navdewletî jî sûd wergirt û di pêvajoya derbasbûyî de her cûre sûcên mirovahî û sûcên şer pêk anî. Bi sed hezaran şêniyên herêmê ji cîhên xwe hatin derxistin, bi hezaran çekdar û malbatên wan yên ji her aliyê Sûriyê li Efrînê de hatin bicîhkirin, Efrîn vegerandin qada jiyankirinê ji bo bi dehan komên çekdar û cîhadî. Di rewşa heyî de bûyerên weke mirov revandin û qetilkirin ku di navbera van koman de dihat dîtin, bi awayekî rojane didome û her diçe zêdetir dibe. Gelê Efrînê û gundewarên wê, ruxmên hemû van polîtîkayên revandin, qetilkirin, tehcîr, paqijiya etnîk, talangerî û qirkirinê jî dagirkeriya ne rewa ya artêşa Tirk a dagirker nepejirandiye û li hember vê yekê sekna xwe ya berxwedêr domandiye.

 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê weke çareseriya dawî jî serî li rêya reşkirina destkeftiyên gelê me yê li Rojavayê Kurdistan dide û dixwaze van destkeftiyan di nêrîna raya giştî ya navneteweyî de reş bike. Bi vê armancê çeteyên dagirker di hundirê Efrînê de cilê şervanên me li xwe dikin û bi navê YPG zextê li ser gel dikin, mal û milkên wan talan dikin û faaliyetê kontra dimeşînin. Em bang li gelê xwe yê Efrînê û hemû raya giştî dikin ku li hember van dek û dolaban hişyar û baldar bin.

 

Em xwedî wê baweriyê ne ku wê li Rojavayê Kurdistan û li hemû Bakûrê Sûriyê gel wê li hember dagirkerên ku di dek û dolaban de bûne pispor hişyar bin. Em diyar dikin ku ev hewldanên qirêj wê bê bersiv nemînin.

 

Fermandariya Giştî ya YPG

28 Tîrmeh 2018

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020

Pêşengê Şoreşa Rojava tevlî karwana şehîdan bû

Fermandariya Giştî a YPG | 15 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Fîras Serdar bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Tîrmeh 2020

Em rêhevalê xwe Omer Şêxo bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7 Tîrmeh 2020