Artêşa Tirk a dagirker bendava Meydankê bombebaran dike

  • 28 Çile 2018 | Nûçe

Artêşa Tirk a dagirker îro danê sibê bendava Meydankê ya li navçeya Şera bi balafirên şer bombebaran dike.

 

Artêşa Tirk a dagirker ya ku li hember berxwedana şervanên QSDê neçar ma, hewldide felaketên xwezayî çêbike. Balafirên şer yên artêşa Tirka dagirker îro danê sibê bendava Meydankê, ku li ser girekî bilind bicîh bûye, bi balafirên şer bombebaran kir. Hilweşandina bendavê tê wateya lehiyeke mezin li ser navçeya Şera û gundewarên wê; herwiha li ser navenda bajarê Efrînê bixwe.

 

Navenda Ragihandina YPG | 28 Çile 2018