Artêşa Tirk a Dagirker Hêza Xwe Li Ser Sînorê Efrînê Zêde Dike!

  • 16 Mijdar 2017 | Nûçe

Artêşa Tirk a dagirker piştî destpêkirina avakirina pirekê li ser çemê Reş, hêza xwe li ser sînorê di navbera kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê de li hemberî herêma Raco, her ku diçe zêde dike.

Artêşa Tirk a dagirker hêza  xwe li ser sînorê Efrînê li herêma Raco ya nêzî çemê Reş li herêma Kêl Mêriyê û derdora qereqola Têl Kûpriyê yên Kurdistanê, zêde dike.

Artêşa dagirker piştî avakirina mewziyan li ser sînorê herêma Raco, hejmara leşkerên xwe tevî çekên  giran li nêzî qereqola Têl Kûpriyê û geliyê zeytûnê ya  nêzî çavkaniya Batman a herêma Raco, zêde kir.

 

Jêder: ANHA | 16 Mijdar 2017