Artêşa Tirk û çeteyên wê Kantona Efrînê kirine hedefa sereke ji bo dagirkeriyê

  • 18 Nîsan 2017 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya Artêşa Tirk de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin.

 

Êriş û binpêkirinên Artêşa Tirk û çeteyên wê lidarxistin û encama van wiha ne;

 

Di dîroka 11.04.2017an, di saetên şevê de balafira keşfê ya bê mirov a Artêşa Tirk li ser sînora rojavayê Kobanê geriya ye.

 

Heman şevê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên obûsan êriş birin li ser gundên Maranez, Malikiyê û Elkamiyê. Piştî topbaranê çeteyan vê carê bi çekên doçkayan heta siharê gundê Maranez gulebaran kirin.

 

Di dîroka 13.04.2017an de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Başemrê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. Bi awayekî hemwext çeteyan êriş birin li ser Vîla Qadi ya girêdayî Şera ya Efrînê.

 

Heman rojê hêzên me yên girêdayî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dema hewldidan li herêma Kargeha Şiqeyf bermahiyên şer paqij bikin mayinek berê ji aliyê çeteyên Artêşa Tirk ve hatibû çandin teqiya ye. Di encam de ziyanek madî di maşîneya kar de çêbûye.

 

Di dîroka 14.04.2017an de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. Çeteyan heman rojê bi navber gundê Bircikê jî gulebaran kirin. Bi awayekî hemwext çeteyan gundê Maranez jî bi çekên doçka gulebaran kirin.

 

Di dîroka 15.04.2017an de balafira keşfê ya bê mirov a Artêşa Tirk li ser xeta sînora rojavayê Kobanê geriya ye.

 

Heman şevê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk jî bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Maranez. Hêzên me heman rojê jî balafirek keşfê ya çeteyan xistin xwar.

 

Di dîroka 16.04.2017an, di saetên nîvro de balafira keşfê ya bê mirov a Artêşa Tirk li ser xeta sînora rojavayê Kobanê geriya ye. Piştî firîna balafirê Artêşa Tirk bi çekên giran êriş birin li ser girê Şehîd Hogir a nêzî gundê Ziyaret a dikeve rojavayê Kobanê.

 

Heman rojê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Maranez. Di saetên şevê de jî çeteyan bi çekên doçka gundê Maranez, Eyn Deqnê û Vîla Qadi yên girêdayî Efrînê.

 

Di dîroka 17.04.2017an de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên obûs û çekên doçkayan êriş birin li ser gundê Maranez a Efrînê.

 

Heman rojê saetên şevê de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk ji milê Qestel Cindo ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hewldan êrişek bibin li ser çeperên hêzên me. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kin qewimî çeteyan neçar man ji qadê birevin. Bi awayekî hemwext çeteyan bi topên hawan û çekên doçkayan êriş birin li ser gundê Maranez, Eyn Deqnê û Vîla Qadi. Heman şevê çeteyên El Nusra jî bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Başemrê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê.

 

Navenda Ragihandina YPG | 18 Nîsan 2017