8 çeteyên DAIŞê ji alî hêzên me ve bi saxî hatin girtin

  • 9 Çile 2019 | Daxuyanî

 

Qonaxa sêyemîn ya pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca bi dawîkirina DAIŞê li bajarokê Hecînê û bejahiya wê, ji alî hêzên me ve tê domandin. Çeteyên DAIŞê yên ku di encama pêşdeçûna hêzên me di qadeke teng de asê mane, ji bo xwe xelaskirina ji herêmê serî lê rêyên cûda didin. Li gel ku li gelek cîhan çeteyên DAIŞê derbên giran ji destê hêzên me dixwin jî, bi êrîşên berfireh hewl didin pêşî li pêşketin û serkeftina hêzên me bigirin. Gelek plansaziyên êrîşan yên ku him sîvîlan hedef digirin him jî sekinandina pêşketina hêzên me armanc dikin, bi operasyonên taybet yên hêzên me ve hatin vala derxistin.

 

Di vê çarçoveyê de, komek çeteyên biyanî yên ku li hember sîvîlan di nav plankirina êrîşan de bûn, ji alî yekîneyên me yên pêwendîdar ve, di encama şopandina teknîkî û fîzîkî hatin girtin. Di operasyonên ku di dîrokên 6 û 7ê Çile de hat lidarxistin de 8 çeteyên ji DYE, Rusya, Ukrayna, Elmanya, Qazakîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan bi saxî hatin girtin. Agahiyên di derbarê nasnameyên van kesan de wiha ne;

 

-      Adil Rahîmov, (Ebû Emîne Ozbekî), 58, Ozbekîstan

-      Ferhad Qadîrov (Ebû Bîlal Ozbekî), 28, Ozbekîstan

-      Mihemed Dewlet (Ebu Mûshab Tacikî), 22, Tacikîstan

-      Askar Zarmanbetov (Ebû Dawûd Nûxa), 27, Ûkrayna

-      Sattîbek Oshibaev (Ebû Rûqaya), 30, Qazakîstan

-      Bimurzaev Begjan (Ebû Sara), 30, Rûsya

-      Soulay Noah Su (Ebu Silêman el-Emrîkî), 16, DYE

-      Lucas Glaß (Ebû Îbrahîm el-Almanî), 31, Elmanya

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9 Çile 2019

Em rêhevalê xwe Cahîd Reqa bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Mijdar 2021

Li Hesekê şaneyek MİTê hat bêbandor kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Mijdar 2021

Em rêhevalên xwe Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Îlon 2021

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021