7 Sibat: Êrişên Arteşa Tirk li dijî Rojava dijwartir dibin

  • 7 Sibat 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Ji serê meha Sibatê vir ve êrişên Arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava lidardixe berdewam dike.
 
Bûyer û êrişên di nava hefteya destpêke ya meha Sibatê rû dan wiha ne;
 
Di dîroka 2.2.2017an de Arteşa Tirk li ser xaka Rojava, di navbera gundê Aşmê ya rojavayê Kobanê ku tirba Sûleyman Şah tê de ye û gundê Ziyaretê de dest bi çêkirina rê kirin. 
 
Di dîroka 4.2.2017an saet 11ê nîvro de Arteşa Tirk tevî endezyarek, 10 leşker û panzerek ji navbera gundên Elok û Mia yên giredayî Serêkaniyê derbasî xaka Rojava bûn. Piştî li vir xebata keşfê ya bi armanca dagirkirina xaka Rojava meşandin carek din derbasî bakurê xetê sînor bûn. 
 
Di dîroka 5.2.2017an de çeteyên di bin fermandariya Arteşa Tirk de tevdigerin bi tang, topên hawanan û çekên doçka êriş birin li ser gundên Belûnê û Maranez ên giredayî Efrînê. Çeteyan heman şevê bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Eyn Deqnê jî. 
 
Heman rojê di saetên nîvro de leşkerên Arteşa Tirk jî bi çekên giran êriş birin li ser gundiyên Gundê Hemama yên dixwastin herin nav erdê xwe bixebitin. Di encama vê êrişê de di traktorek gundiyan de zirare madî pêk hat. Dîsa çend pezên gundiyan jî telef bû. 
 
Dîsa heman şevê Arteşa Tirk bi çekên giran êriş bir li ser gundê Ziyaret a dikeve rojavayê Kobanê û bê serûber malên gundiyan gulebaran kirin. 
 
Di dîroka 6.2.2017an de çeteyên di bin fermandariya Arteşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanan û çekên doçka êriş birin li ser gundê Maranez û hemû xeta eniye ku dikeve li hemberî Ezazê. 
 
Heman şevê Arteşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin bi awayekî hemwext bi topên obûs û tangan heta derengiyê şevê gundên Qitmê, Maranez û Belûne xistin. Piştî vê êrişê hêzên me jî bersivê êrişan da. Di encama vê bersiv dayinê de qasî hat zelalkirin maşînekî leşkerî û treksek çeteyan hat ruxandin. Dîsa depokî çeteyan a jê êriş lidarxistin jî hat ruxandin. 
 
Navenda Ragihandina YPG
7 Sibat 2017