6 Şehîdên Berxwedana Serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

  • 30 Adar 2018 | Şehîd

Berxwedana Serdemê ya Efrînê ket roja 70’an û li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedana şervanan bênavber didome. Di vê 70’ê rojan de ne tenê dîroka şoreşa Rojava de di dîroka mirovahiyê de berxwedaneke bi vî rengî cara yekem li ser axa ku mirovahî çêbû, tê jiyan kirin. Pêşengên vê berxwedanê li hember balafirên şer û her cûre teknîkên pêşketî tenê teknîkên herî xwezayî yê bi dil û canê xwe li ber xwe dan û didin.

 

Rêhevalên me Kato Kurdo, Rêvana Rojava, Serhed Bakur, Sila Hejar, Xwînda Avaşîn û Yilmaz Beytuşebap di dîrok û cihên cuda yê Efrînê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heya dawiyê şer kirin û gihîştin şehadetê. Berxwedana van 6 rêhevalan û bi sedan rêhevalên me yên qehreman mîrateyeke mezin ji bo pêşerojê hiştine da ku tekoşîna wan bighîje serkeftinê.

 

Em weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê tevahî şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em sersaxiyê ji her 6 malbatên me yê şehîd û hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe nû dikin da ku tekoşîna şehîdan bighînin serkeftinê.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Kato Kurdo

Nav û Paşnav: Hekîm Abî

Navê Dayikê: Mercan

Navê Bav: Ebuzeyît

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 20 Adar 2018

 

 

Nasnav: Rêvana Rojava

Nav û Paşnav: Adile Seidîn

Navê Dayikê: Esma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 15 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Serhed Bakur

Nav û Paşnav: Ehmed Şeymen

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Ziyaddîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 17 Adar 2018

 

 

Nasnav: Sila Hejar

Nav û Paşnav: Cemîle Uçar

Navê Dayikê: Asiye

Navê Bav: Şahîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 20 Adar 2018

 

 

Nasnav: Xwînda Avaşîn

Nav û Paşnav: Hediye Ozalp

Navê Dayikê: Gulîzar

Navê Bav: Mehmed Seîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Ega / 20 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Yilmaz Beytuşebap

Nav û Paşnav: Firat Ozlu

Navê Dayikê: Hisniye

Navê Bav: Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 20 Adar 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 30 Adar 2018