6 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî hatin girtin
- 2 Sibat 2019 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!
Di Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji alî şervanên QSD’ê ve di bin pêşengtiya yekîneyên me de didome de, li gel pevçûnên dijwar operasyonên ewlehiyê jî tên domandin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 6 çeteyên ji Rûsya, Emerîkaya Latîn, Elman, Tirk, Kanada û Swêd yên ku demek dirêje di nav DAIŞ’ê de di nav faaliyetên terorê de cîh digirin hatin binçavkirin. Agahiyên di derbarê çeteyên ku hatine girtin de wiha ne;
Dmitry Simonov (Abu Isa al-Rusi), Rûsya
Mahmoud Se’id Ateb (Abu Mushab al-Almani), Elmanya
Nicholas Joseph Lee (Abu Yousuf al-Amriki), Emerîkaya Başûr
Emrah Rıfat Ozanoğlu (Abu Fatima al-Turki), Tirkiye
Abrar Mohammad (Abu Zubair al-Sweidi), Swêd
Hisham al-Arabi (Abu Maryam al-Maghribi), Fas
Di demeke ku bidawîkirina terora DAIŞ ya ku îro di qadeke pir biçûk de asê maye de, bi operasyonên ewlehiyê, şaneyên veşartî yê ku çeteyan li pey xwe hiştî tên derbkirin. Di vê çarçoveyê de, di derbarê çeteyên ku tên desteserkirin de emê raya giştî agahdar bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 2 Sibat 2019

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
