Şehadete 3 Berxwedêrên Birumet Em Radigihînin

  • 19 Mijdar 2016 | Şehîd

 

Hêzên êrîşkar ku rastiya gelên Rojava baş dizanin hewl didin ku pêşî li têkoşîna wan bigirin. Lê belê li Rojava bi hezaran ciwan li her deverekî li hemberî çeteyên paşverû yên mîna DAIŞ û alîgirên wan heta dawiyê têkoşîn dikin û tu caran jî ji vê têkoşeriya xwe, xwe nadin paş û li hemberî dijmin çok naşikînin. Ew bi berxwedana xwe destan û lehengiyên di dîrokê de hatine nivîsîn serobin dikin û di rûpelên dîrokê De bi tîpên zêrîn destana berxwedanî û lehengiyê binivîsînin.

 

Di 5’ê Mijdarê de Hêzên Sûriya Demokratîk operasyona rizgarkirina Reqayê bi navê Xezeba Fıratê dan destpêkirin.  Di konaxa yekemîn ji hamla Xezeba Firatê de gelek gund, mezraa, gir û ciyên stratejîk hatin rizgarkirin. Piştî van pêşketinên serkeftî şervanên me berê xwe dan bajarokê Til El-Semin yê stratejîk û gelek şer û pêvçûnên dijwar rû da. Di encama van şerên dîjwar de rêhevalê me Azad Mawa bi lehengî şer kir û gihîşt asta şehadetê. Bi vî awayî şehîdên yekemîn yê Hemla Xezeba Firatê  em ji we re radigihînin.

 

Di heman demê de êrîşên çeteyên girêdayî koalîsyona Sûrî li ser taxa Şêx Meqsud  ya Helebê berdewam dikin. Di encama van êrîşan de hevalên me jî bi lehengî şerkirin û berxwedan. Yek jî ji wan hevalan berxwedêr rêheval Çekdar Şam bû. Yê ku bi qehremanî şer kir û rolek sereke li pêşiya van êrîşan girt ser milê xwe, heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kir û gihîşt asta şehadetê.

 

Di her pêşketinên ku hevalên me bi destdixin, komên çete li hember wan pêşketinan rêbazin qirêj li dijî gelên sivîl pêktîn e. Teqîna Qamişlo yek ji wan rêbazan bû. Di encama teqinê de gelek zirarên madî gihîştin malê sivîla û rêhevala me Sozdar Zerdeşt ku nêzî bûyerê bû di encama teqînê de gihîşt şehadetê.

 

Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî da malbata her sê şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin, em ê tucarî armanca van şahadetan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.

 

Nasnameya şehîdan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Azad Mawa

Navê Rast: Elyas polat

Navê Dayikê: Nûrsel

Navê Bav: Şemdîn

Cihê Ji Dayikbuyînê: wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa- Til El-Semin 17.11.2016

 

 

Nav û Paşnav: Çekdar Şam

Navê Rast: Elî Meximko

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbuyînê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb- Şêx Meqsûd 10.11.2016

 

 

Nav û Paşnav: Sozdar Zerdeşt

Navê Rast: Sozdar Ozpolat

Navê Dayikê: Xatûn

Navê Bav: Hacî

Cihê Ji Dayikbuyînê: Siverek

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo 11.11.2016

 

Navenda Ragihandina YPG | 19 Mijdar 2016