3 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî hatin girtin
- 28 Çile 2019 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!
Têkoşîna ku yekîneyên me di bin baneya QSD’ê de li herêma Hecîn û derdora wê li hember DAIŞ’ê dimeşînin, bi destkeftiyên mezin pêş de diçe. Di roja 27’ê Çileyê, çeteyên bi navê Xalid Welîd Ehmed, Salih Xidir Mihemed û Delovar Dodiev Azimovoich yên ku bi eslê xwe ji Sûdan û Tacîkîstan in, li herêmên Şefa û Hecînê di dema bi awayekî veşartî di nav tevgerê de bûn û hewl didan biçin Tirkiyê, ji alî Tîmên Operasyona Taybet ve, di encama şopandinê de hatin girtin.
Gelek çeteyên ku ji alî yekîneyên me yên YPG’ê û YPJ’ê ve di encama zehmetiyên mezin tên girtin, bi taybetî di nav hewldana çûna Tirkiyê de ne. Li ser agahiyên ku çeteyên hatine girtin didin, tê fêmkirin ku gelek ji wan bi rêya Tirkiyê derbasî herêmê dibin di nav faalîyetên terorîst de cîh digirin.
Di derheqê çeteyên DAIŞ’ê yên ku di operasyonên me yên herî dawî de hatine girtin, emê agahiyan bi raya giştî re parve bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Çile 2019

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
