3 çeteyên DAIŞ’ê yê Tirk, Elman û Kanadayî bi operasyonek taybet hatin desteserkirin

  • 11 Cotmeh 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Berxwedana me ya li hember çeteyên barbar ya DAIŞ’ê ku ji Ewropa heya Asya û heya Rojhilata Navîn wehşetan pêk aniye berdewam dike. Operasyonên serkeftî ku li Kobanê û Cizîrê hatine meşandin û herî dawî jî Pêngava Bagera Cizîrê ku li Dêrezorê berdewam dike ispatên herî berbiçav a dîrokî ye. Şerê me yê berxwedanê ku îro li Rojava û Bakurê Suriyê berdewam dike, bi serkeftinên ku di her pêngavê de xistiye dest bûye hêviya mirovahiyê. Ev têkoşîna ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê dixe bin misogeriya ligor her demê hêj bi hêztir bi serkeftinên girîng berdewam dike.

 

Ev pêkhateyê ku bingeha xwe ji her şêweyên feraseta paşverû girtiye, ji welatên Ewropa gelek kes tevlî bûye û gelek welatan jî firsendê rêxistinkirinê taybet bidest xistiye. Bi taybet jî şaneyên razayî a vê pêkhateyê ji bo li Rojava û Bakurê Suriyê komkujiyan pêk bînin xebatên taybet dane meşandin û ketine tevgerê. Wekî hêzên YPG û YPJ li hember van şaneyan operasyonên me yên serkeftî pêk hatine û ev dem bi dem ji raya giştî re hatine parvekirin. Di derbarê vê de ji tîmên me yên Antî Teror (Y.A.T)’ê ve di encama operasyonek taybet de 3 çeteyên ku eslê xwe Tirk, Elman û Kanada ne hatine girtin.

 

- Çeteyê bi navê Dirk Richard Pleil ku di sala 2015’an de li ser sînorê Tirkiyê derbas bûye û tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûye, li laboratuarên protez a DAİŞ’ê de kar kiriye û di demên cûda de jî di çalakiyên derveyî mirov a çeteyên DAIŞ’ê de cîhê xwe girtiye.

 

- Çeteyê bi navê Mihemed Elî a ji Kanadayê ye jî, sekvanekî taybet a DAIŞ’ê ye. Ev kes li Reqa, Dêrezor û Hesekê de faaliyet daye meşandin. Ji rêxistinê re bi hezaran endam perwerde kiriye û di heman demê de tevlî dehan çalakiyên dervî mirovane bûye. Di heman demê de ev kes ku dema liser sînorê Tirkiyê dema derbas bûye rastî ti astengiyan nehatiye, dîsa bi hezaran çeteyên ku liser sînorên Tirkiyê de derbasî Suriyê bûne vana jî him ji îtîrafên çeteyên DAIŞ’ê û him jî di lêkolînên me de derketiye holê. Di nav rêxistinê de navê Ebû Tûrab El-Kanadî bikar aniye û liser malperên civakî ji bo tevlîbûnê nav refên DAIŞ’ê bangawazî kiriye. Piştî êrîşên li Quebec û Ottawayê ev ji mirinê leşkeran re rê vekiribû, liser malpera civakî bangawaziya zêdekirina êrîşan kiriye û daye diyarkirin ku çi sîvîl, çi hêzên ewlehiyê ‘kesên bêbawer’ divê werin kuştin. Elî liser malperên xwe yên civakî de daye diyarkirin ku, kesên ku bixwazin werin tevlî bibin, dikarin dema gihiştin Tirkiyê bi wê re bikevin têkiliyê, tê zanîn ku ev kes komekî Toronto liser Tirkiyê derbasî Suriyê kiriye û tevlî DAIŞ’ê kiriye.

 

- Çeteye bi navê Ergûn Orhan a ji Tirkiyeyê ku tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûye, li Elmanya hatiye dinê, liser malpera civakî xwe gihandiye DAIŞ’ê û di sala 2015’an de jî li ser sînorên Tirkiyê derbasî Suriyê buye û tevlî DAIŞ’ê bûye. Ev kes jî li Cerablûs û Reqayê de kar û xebat daye meşandin.

 

Ev çeteyên ku di encama operasyonan hatine girtin, bi alîkariya Tirkiyê ji welatên Ewropayê hatine û tevlî DAIŞ’ê bûne di îtîrafên çeteyên ku hatine girtin de jî hene. Em dizanin ku ev çeteyên ku sûcê mirovahiyê kirine, wek şaneyên biçûk xwe rêxistin dikin û di firsendekî biçûk de amadekariyên komkujiyan dikin. Em dixwazin bidin diyarkirin ku ev şaneyên ku dixwazin gelek komkujiyan pêk bînin beriya bikevin tevgerê ji aliyê operasyona hêzên me de hatine bê bandorkirin. Me berê jî ji raya giştî re ragihandibû ku gelek çeteyên Ewropî û Rojhilata Navîn hatine girtin û gelek ji wan jî hatine bê bandorkirin. Têkoşîna ku em bi biryardariyek mezin didin meşandin wê berdewam bike û wê encamên wê jî ji gelê me û raya giştî re were parvekirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Cotmeh 2018

Em rêhevalê xwe Zehredîn Osê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 18ê Gulan 2020

Ji raya giştî re!

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel -YPG | 29-04-2020 Nûrî Mehmûd

Em 7 rêhevalên xwe yê di sala 2016’an gihîştinê şehadetê bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Nîsanê 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019